35 navendên Kurdistanî yên li derve: Em hewldana parçekirina neteweya me bi tundî red dikin

Hewlêr (K24) – 35 federasyon û komele û rêxistinên Kurdistanî yên li derveyî welat di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand: “Em hewldana parçekirina zêdetir a neteweya me bi tundî red dikin û li dijî wê radiwestin.”

Di peyama 35 federasyon û komele û rêxistinên Kurdistanî yên li derveyî welat de hatiye diyarkirin: “Di rojên 22-23ê Tîrmeha 2023an de li bajarê Lozanê yê welatê Swîsreyê, ji aliyê KNK û hinek aliyên din, li jêr navê Kurdistanê, konferansa 100 saliya Lozanê hat lidarxistin. Em hemû çalakiyên ji bo dijrawestin û şermezarkirina Peymana Lozanê bilind dinirxînin, lê belê em hewldana parçekirina zêdetir a neteweya me bi tundî red dikin û li dijî wê radiwestin.”

Her wiha hat ragihandin: “Di demekê de revenda Kurdistanî û komele û rêxistinên din ên Kurdistanê li bajarên Cinêv û Lozanê yê Swîsreyê, xwepêşandan li dijî 100 saliya peymana Lozanê li ber baregeha Neteweyên Yekgirtî birêve bir, Ala Kurdistanê bilind dikir, di heman demê de, li konferansê Ala Kurdistanê wek tenê ala Başûr dihat nîşandan, alayên din ên partiyan bo Bakur û Rojava û Rojhilat hatibûn destnîşankirin.”

Navendên Kurdistanî yên li derveyî welat diyar dikin: “Bi sed hezaran Kurd û Kurdistanî, wek Pêşmerge di bin wê alayê de canê xwe feda kirin û bûn qurbanî, alayek ku bi xwîna keç û xortên Kurdistanê yên li her çar parçeyên Kurdistanê hatibe nexşandin û sembolek be ji bo azadî û serxwebûn û berxwedan û xwenetewandin, bi vê cûreyê sivikatî lê were kirin û wek alaya tenê beşeke welat were nîşandan, cihê qebûlkirinê nîne û em bi tundî li dijî wê radiwestin, ev cûre kiryarên ne netewî, îsbata wê yekê ne ku armanc jê zêdetir veqetandina Kurdan e, ne wek komkirin û dakokîkirina li gelê Kurd û Kurdistanê.”

Di beşeke din a peyamê de behsa wê yekê jî hatiye kirin ku  bikaranîna peyvên "gelên Kurdistanê" nîşaneyeke zelal e ji bo wek cuda nîşandan û parçekirina Kurdistanê.

Her wiha komele û rêxistinên Kurdistanî ku navên wan li jêr hatine nivîsandin, vê cudakariyê şermezar dikin, wek beşek ji "pîlangeriya nehezan û dagirkerên Kurdistanê dibînin", ji ber ku Ala Kurdistanê tenê bi Başûrê Kurdistanê ve girêdane, tekezî li ser wê yekê jî dikin ku "nîşaneyeke zelal a dabeşkariyeke din a Kurdistanê ye bi destê wan aliyan, ku ji aliyê Kurdistaniyan û xemxurên netewe û niştimanê ve cihê qebûlkirinê nîne".

Navên navendên Kurdistanî yên derveyî welat:

Konfederasyona Revenda Kurdistanî (30 navendên revenda Kurdistanî)

Federsyona Komeleyên Kurdî li Norwecê

Federasyona Komeleyên Kurdî li Swêdê

Federasyona Komeleyên Kurdî li Almanyayê

Komeleyên Kurdistanî li Ewropayê

Federasyona Navdewletî ya Komeleyên Kurdî yên Yekîtiya Sovyeta Berê (Qirgizistan)

Platforma Kurdan li Hamburgê

Komeleya Dostaniya Kurd û Almanyayê li Berlînê

Komeleya Yekbûna Kurdan li Awustralyayê

Revenda Kurdî li Diyasporayê – Yûnanistan

Komeleya Xoybûn – Bonn

Revenda Kurdistanî – Wolfsburg

Encûmena Kurdan li Almanyayê

Peymangeha Kurdnasiyê

Navenda Kurdî bo Geşepêdanê

Hevpişta Jinên Kurd li Sûriyê

Bisîkletsiwarên Kurd li Fînlandayê

Yekîtiya Jinên Kurdistanê li Almanyayê

Komeleya Karkerên Kurdistanê li Swîsreyê

Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê

Encûmena Navenda Kurdan li Almanyayê

Bazneya Dostaniya Kurd li Belçîkayê

Komeleya Rewşenbîrî û Hunerî ya Kurdî li Swêdê

Komeleya Kurdên Kazaxistanê / Berbang

Komeleya Dostaniya Kurd û Rûsyayê / Aras

Komeleya Kurdên Qirgizistanê / Medya

Komeleya Dostaniya Kurd û Rûsyayê li Essentukî / Qefqas

Komeleya Saziya Lalês li Krasnadar

Komeleya Hevpiştiya Kurd û Rûsyayê li Moskowê

Komeleya Kurdên Almanyayê li NRW e. V

Encûmena Êzidiyên Sûriyê

Rêxistina Jinên Azad ên Kurd li Sûriyê

Komelgeha Êzidî – Ewropî

Navenda Laliş li Almanyayê