Key Behar li ber Koşka Rumine ya Lozanê daxwaza rêzgirtina li mafên Kurdan dike

Hewlêr (K24) – Key Behar wek derhênerê naskirî yê Kurd, ligel Revenda Kurdî bi Ala Kurdistanê li ber Koşka Rumine ya Lozanê, dirûşma jêbirina Peymana Lozanê gotin û daxwaza mafên rewa yên Kurdî gihandin gelên Ewropayê.

Key Behar li ber Koşka Rumine ji Kurdistan24ê re ragihand: “Soz be, ez ê fîlmeke sînemayî ya li ser Lozan û êşa miletê xwe bikşînim, çimkî em di hemû qonaxên dîrokê de di hewla azadî û aştiyê de bûne, me ti car şer hilnebijartiye, çimkî em Kurd evîndarên çand û fîlm û muzîk û jiyana li Kurdistanê bi azadiyeke reha ne.”

Roja 24ê Tîrmeha 2023an, 100 sal di ser îmzekirina Peymana Lozanê ji aliyê welatên serkeftiyên Şerê Cîhanî yê Yekem û Tirkiyê ve, derbas bûn.

Lozan yekem peymana nebû ku li dijî Kurdan hatibû îmzekirin, beriya wê jî di destpêka Şerê Cîhanî yê Yekem, dema desthilata Osmanî lawaz bû, Fransa û Brîtanya di sala 1916an de Peymana Sykes-Picot îmze kirin û Rojhilata Navîn kirin du herêm, piştre jî Peymana Sewrê ku beşek ji mafên Kurdan qebûl kiribû, lê belê Peymana Lozanê ya roja 24ê Tîrmeha 1923an, hemû xewn û hêviyên Kurdan ên wê serdemê guherandin.