Hunermendên jin ên ji Tirkiye, Ermenistan û Fransayê li Diyarbekirê konser saz kirin

Hunermendan, ji bo temaşevanan stranên çandên cuda pêşkêş kirin. Hunermendan gotin ku; ew dixwazin bi van konsertan peyamên biratî, wekhevî û pêkvejiyanê bidin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê li Dêra Surp Giragos a Ermenan, ji aliyê jinên hunermend ên ji Ermenistan, Fransa û Tirkiyeyê konsertek hat pêşkêşkirin. Hunermendan, ji bo temaşevanan stranên çandên cuda pêşkêş kirin. Hunermendan gotin ku; ew dixwazin bi van konsertan peyamên biratî, wekhevî û pêkvejiyanê bidin.

Dêra Surp Giragos a Ermenan ku mezintirîn dêra Ermenan a li Rojhilata Naverast e, ji 2015an heta 2022an li vê dêrê ayîn nehatin kirin, lêbelê piştî ku dêr hat nûjenkirin êdî ayîn û çalakiyên çand û hûnerî lê tên pêşkêşkirin. Navê vê koma muzîkê MÎASÎN ku bi wateya wê ya bi ermenkî bi hev re ye. Koma muzîkê stranên kurdî, tirkî û ermenkî striyan. Rêveberên Weqfa Ermenan gotin ku ji beriya sedsalan jî neteweyên cuda li ser vê erdnîgariya qedîm bi hev re stran digotin û bi vê konsertê jî dixwazin balê bikêşin ser wan deman û peyamên pêkvejiyanê didin.

Cîgirê Serokê Weqfa Ermenan a Diyarbekirê Ohannes Gafur Ohanyan ji K24ê re diyar kir: “Wekî ku tê zanîn demeke gelek dirêj ev reng û xelk ji hevdû cuda bûn, ji hevdu dûr ketibûn. Armanca vê konsertê ew e ku peyamekê bidin û bêjin ev e dîsa ew neteweyên cuda dîsa bi hev re ne. Li cihekî wekî Diyarbekirê em bêjin ji beriya 100 salan straneke ermenkî dihate gotin ev e dîsa tê gotin, vê peyamê didin. Lê bi kurmancî û zazakî û bi tirkî jî stran tên gotin. Ev kom peyama bihevrebûnê didin.”

Koma muzîkê ya MÎASÎN’ê ku navenda wê li Fransa ye, ji Ermenistanê dest bi rêwitiya xwe ya muzîkê kirine û piştî li Rîze û Dêrsimê li Diyarbekirê jî konsert dan. Hejmareke akademîsyen, nivîskar, rewşebîr û welatî konsert guhdar kirin. Jinên hunermend gotin ku; ew bi muzîkên xwe di nava çandên cuda de rêwitiyekê dikin û bi stranan temaşevan û guhdarvanên xwe carina derdixin nav rêwitiyeke derd û xeman; carina jî wan radikin govend û dîlanê.

Hunermenda Koma MÎASÎNê ya ji Tirkiyê Ezgî Elkirmiş ji K24ê re diyar kir: “Ez eslê xwe ji bajarê Qersê me lêbelê niha li Amsterdamê dijîm. Yekem car e ku em li vir konsertê didin. Me ji Ermenistanê dest bi rêwitiya xwe kir. Em di nava dîrokekê de rêwitiyekê dikin. Taybet e ji bo min ku dibînim em hemû wekî hevdû ne. Di vê rêwitiyê de em dibin dost û heval û çandên cuda jî nas dikin.”

Hunermenda Koma MÎASÎNê ya ji Fransayê Kahol ji K24ê re ragihand:b “Ez Fransiz im, bapîr û dapîrên min li Tirkiyeyê jidayîkbûne. Ji ber ku di nava projeyeke wiha de me gelek keyfxweş im. Ev cara duyem e ku têm Diyarbekirê. Min gelek ji Diyarbekirê hez kir. Bajarekî gelek xweş e.”

Koma Mîasîn, di hewşa Dêra Surp Giragos a Ermenan de, ku ev dêr xwedî dîrokeke 500 sal e li ser azadî, biratî û pêkvejiyanê stran gotin.