3. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskoyê bi hevkariya K24 tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e 3emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskoyê di 6'ê Îlonê de dest pê bike û heta 17'ê Îlonê dewam bike.

Festîval dê 12 rojan berdewam bike û bi hevkarî û piştevaniya medyayî ya Kurdistan24ê li hola Sînemaya Aktyabrsky li kolana Novî Arbatî ya bajarê Moskoyê li Rûsyayê birêve diçe.

Rêvebira Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê Gulîzar Gerdenzerî ji K24ê re ragihand, festîvala îsal dê li ser çand û dîroka Kurdên Îran û Rojhilatê Kurdistanê be.

Gulîzar Gerdenzerî da zanîn, ji Îran, Tirkiye, Sûriye, Yewnanîstan, Iraq, Îspanya, Swêd û Almanyayê bi giştî 41 fîlm ji bo bernameya pêşbirkê hatine hilbijartin.

Destnîşan kir jî, temaşevan dê karibin şeş fîlmên dirêj, heft belgefîlm û 28 kurtefîlman bibînin. Hemû fîlm di navbera salên 2020 û 2023'an de hatine kişandin û ji bo cara yekem li Rûsyayê tên numayişkirin. Herwiha Piraniya fîlman xelat di festîvalên navneteweyî yên fîlman de jî wergirtine.