Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê – Sûriyê 3. kongreya xwe li Qamişlo lidar dixe

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê – Sûriyê kongreya xwe ya sêyemîn bi navê “Pênûsa Azad Dimîne Hêviya Gel” li Qamişlo lidar dixe.

Li Hola Efrîn a bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, karên 3emîn kongreya Yekîtya Nivîskarên Kurdistanê – Sûriyê birêve diçe. Li gor zanyariyên K24, hejmarek endamên Yekîtiyê yên li Herêma Kurdistanê û Ewropa dimînin, bi rêya Online di kongre de beşdar in.

Serokê berê yê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan-Sûriya Luqman Yûsif ji Kurdistan24 re ragihand, ew hêvî dikin ev kongre jî, mîna kongreyên pêştir serkeftî be û bikeve xizmeta wêjeya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, endamê kongreyê nivîskar Ebdulsemed Mehmûd ji K24ê re got: “Ev kongreya wan a asayî ye û ew her du salan carekê kongreya xwe girê didin, tê de xalên ku li ber destê edaman bûn, hatin guftûgokirin û herwiha biryarên ku xizmeta çand û zimanê Kurdî bikin, dê werin standin.”

Got jî: “Di vê rewşa awarte û ya zehmet a ku welatê me tê re derbas dibe de, dema em bikarin vê kongreyeke li bajarê Qamişlo lidar bixin û hejmarek mezin ji nivîskaran tê de beşdar bibin û pirsa çand û zimanê Kurdî gotûbêj bikin, ev bi xwe serkeftinek e.”

Da zanîn jî, “182 endamên Yekîtya Nivîskarên Kurdistanê – Sûriyê hene, ji wan 104 endan çi bi awayekî fîzîkî û çi bi awayê online di kongreyê de beşdar in.”

Destnîşan kir jî, “Ji encamên sereke yên Yekîtya Nivîskarên Kurdistanê – Sûriyê, parastin û pêşxistina ziman û çanda Kurdî ye, herwiha parastina mafên nivîskaran û alîkarî û piştgirîkirina wan e. Wek mînak di dema borî me karî hejmareke baş ji berhemên nivîskaran çap bikin, her 3 mehan em kovarekê jî bi zimanê Kurdî û Erebî diweşînin.”