Hewlêr dê di sala 2025an de mêvandariya Şampiyoniya Golfê ya Erebî bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Golfê ya Erebî di civîna xwe ya li bajarê Casablanca ya Mexribê de, bi yekdengî mafê mêvandariya Şampiyoniya Golfê ya Erebî ya sala 2025’an da Hewlêra Paytext.

Rêveberê Giştî yê Werzîşê li Herêma Kurdistanê Serdar Îsmaîl amadebûna Hewlêrê ji bo mêvandariya Şampiyoniya Golfê ya Erebî ya sala 2025’an nîşan da.

Serdar Îsmaîl ku li ser navê Parêzgarê Hewlêrê Omîd Xoşnaw beşdarî civînê bû, piştrast kir ku Hewlêr dê mêvandariya mezintirîn şampiyoniya golfê ya li herêmê û Iraqê bike.

Herwiha Serdar Îsmaîl Diyar kir jî, yarîgeha Hewlêrê ya golfê di qonaxên xwe yên dawîn de ye.

Di dawiya civînê de Rêveberê Giştî yê Werzîşê li Herêmê du mertal pêşkêşî her yek ji Serokê Federasyona Golfê ya Erebî Yasir El-Rimyan û Sekreterê Giştî yê Federasyonê Mecîd El-Siror kir.