Putîn: Emê platforemeke elektronî bo firotina gazê li Tirkiyê ava bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Rûsyayê eşkere dike, navenda ku ew dixwazin li Tirkiyeyê ava bikin, ne komgeheke gazê ye, armanca wan avakirina platforemeke elektronî bo firotina gazê ye.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di civîneka rojnamevanî de li ser egera hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan axivî û da zanîn ku, ew ê roja Çarşemê pêwendiyeke telefonî bikin û heta niha biryar li ser cihê civîna rûbirû nehatiye dayîn ka dê li Tirkiyê birêve biçe yan li Rûsyayê.

Putîn li ser projeya avakirina navendeka gazê ya li Tirkiyê got, armanca wan avakirina platforemeka elektronî ye bo firotina gazê, lê avakirina navendeke ji bo berhevkirina gazê jî hîn di karnameya wan de cih digire.

Putîn sala borî bîrokeya avakirina “navenda gaze” ya rûsî li Tirkiyê pêşniyar kiribû, bi taybet piştî ku welatên Ewropî hawerdekirina eneriyê ji Rûsyayê piştî şerê wê yê li Ukraynayê bi tundî kêm kiribû.