Rêveberiya Xweser rexne li bêdengiya Hevpeymanan li hemberê êrîşên Tirkiyê digire

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê radigihîne, rexne li bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî li hember êrîşên Tirkiyê yên ser deverê digire û tekez dike ku ev yek dê bi awayekî rasterast bandorê li gelek çalakiyên hevbeş bike.

Rêveberiya Xweser îro 30î Tîrmehê daxuyaniyek derbarê êrîşên berdewam ên artêşa Tirkiyê li ser navçeyên Rojavayê Kurdistanê û hermên di bin kontrola HSDê de, daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “zincîreya êrîşên Tirkiyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi armanca qirkirinê didome. Dewleta Tirkiyê bi van êrîşan dixwaze aramî û ewlehiya herêmê têk bibe.”

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Êrîşên dewleta Tirkiyê yên di meha Tîrmehê de li dijî gundewarên Qamişlo, Amûdê û herêmên din, kîna wê û binketina asta exlaqî ku dewleta Tirk bikar tine, eşkere dike.”

Tekezî li ser wê yekê jî kir ku êrîşên Tirkiyê hemû jî “li dijî hewldanên pêkanîna aramiiyê û jinavbirina terorê û DAIŞê ne.”

Destnîşan kir jî “Îro dewleta Tirk tevlîheviyê çêdike, xirabûnê dike, şer û nakokiyên mezhebî li gorî armancên xwe ku ew jî têkbirina projeya gelê me ye, pêş dixe.”

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de got: “Em bi tundî berdewamiya van sûcan di nav bêdengiya Hevpeymaniya Navdewletî û hêzên garantor de ji bo agirbestê, red dikin.”

Tekez kir jî “Em dibêjin ku ev alî berpirsên berdewamiya êrişên dewleta Tirk in ku roj bi roj di nava bêdengiyê de, zêde dibe. Ev yek dê bandoreke mezin li gelek çalakiyên hevbeş bike.”