Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li tîma Hewlêrê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi boneya serketina Tîma Hewlêrê û gihîştina wê bo fînala Kupaya Iraqê, pîrozbahî li tîmê û hemû lîstikvanan kir.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya gihîştina wê bo fînala Kupaya Iraqê, pîrozbahî li tîma werzişî ya Hewlêrê û hemû lîstikvanên wê kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî hêviya serkeftinê û bidestanîna vê qehremaniyê ji tîma Hewlêrê re xwast û piştgiriya xwe jî bo Hewlêrê nîşan da.

Şeva borî di pêşbirka nîvfînalê ya Kupaya Iraqê de, li stadyûma Şeib ya Bexdayê, Hewlêrê bi encama (1 – 0) tîma Hidûd têk bir û gihîşt fînalê.

Lîstika Hewlêr û Hidûd bi awayekî zindî li ser rûpela sereke ya Kurdistan24 û malpera werzişê ya Kurdistan24ê hate weşandin. Li cadeya Îskanî ya Hewlêrê jî, temaşevanan li ser ekraneke mezin lîstik temaşe kirin.

Di fînala Kupaya Iraqê ya di ku tîma Hewlêrê bo cara yekem digihe vê qonaxê, dê rûbirûyî serkeftiya lîstika tîma Qiwa El-Cewiye û Kerxê bibe ku biryar e îşev bê lîstin.