Li Bakur û Tirkiyê karmendên tendirustiyê dest bi grevê kirin

Li temamê Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, karmendên Sendikaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) bo dema rojekê dest bi mangiritinê kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li temamê Bakurê Kurdistanê û Tirkiye, karmendên Sendikaya Kedkarên  Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) bo dema rojekê dest bi mangiritinê kirin. Karmendên tenduristiyê daxwaza başkirina şert û mercên xebatê û zêdekirina mûçeyan dikin.

Li Bakur û Tirkiyeyê, zêdetirî 30 hezar endamên sendikaya Kedkarên  Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) bo dema rojekê dest ji kar berdan û di hewşên nexweşxaneyan de bi çalakiyan daxwaza başkirina şer û mercên xebatê û zêdekirina mûçeyan, vegerandina kar bo kesên bi biryarnameyên bi hikmê zagonî ji kar hatine dûrxistin kirin. Rêveberên sendikaya SES’ê dibêjin; hejmara nexweşan zêde ya pizîşkan kêm e û barê karmendên tenduristiyê gelekê giran e û mûçeyên wan jî gelekê kêm in.

Hevserokê SESê yê Diyarbekirê Şiyar Gultekîn ji K24ê re diyar kir: “Em dixwazin mûçeyên karmendên tendursitiyê li ser yê xizanbûnê be ango ji 35 hezarî zêdetir be. Divê karmendên tenduristiyê bêne wergirtin. Em dixwazin mercên me bêne başkirin. Zextên ku li ser me ne ew jî werim kêmkirin û ji holê rabin.”

Li gorî ragihandina rêveberên SES’ê, Li Bakur û Tirkiyeyê, rojane hin pizîşk carina  zêdetirî 100 nexweşan meîne dikin û bi vê yekê ve girêdayî xebatkarên din yên tendûristiyê jî zêdetir kar dikin. Nûnerên sendîkayê dibêjin; li welatên pêşketî pizîşk rojane herî zêde 20 nexweşan meîne dike û mûçe û şertên karkirinê jî gelek ji yên li Tirkiye û Bakur baştir in. Rêveberên SES’ê dibêjin; gelek pişîzk koçî welatên pêşketî dikin da ku ev koçkirin berdewam neke divê daxwazên wan bêne cîbicîkirin.

Hevseroka SESê ya Diyarbekirê Yildiz Ok Orak ji K24ê re diyar kir: “Daxwazên me ne tenê başkirina mûçeyan e; di warê dadweriyê de jî daxwazên me hene. Gelek hevalên me ji kar hatine dûrxistin em dixwazin ew bêne vegerandin. Em ji bo dan daxwaza dadweriyê dikin. Daxwazên me yên jinan jî hene, daxwazên me hîç nayên cîbicîkirin.”

Karmendên tenduristiyê bang li rayedarên hikûmetê dikin ku daxwazên wan cîbicî bikin û ji bo vê yekê jî dê di 10ê Tebaxê de çalakiyeke berfirehtir endam bidin

Rojane bi hezaran welatî ji bo çareseriya pizîşkî serî li nexweşxaneyan didin û têne cem pizîşkan. Lê belê pirsgirêk û daxwazên pizîşkan jî hene û ew jî ji hikûmetê dixwazin ew pirsgirêkên wan bêne çareserkirin û daxwazên wan bêne cîbicîkirin.