ÎHD: Mafên tendirustî û jiyanê yên girtiyan têne binpêkirin

Li Tirkiyê Komeleya Mafên Miorvan (ÎHD) binpêkirinên di sala 2022an de li tevahiya girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rû dane bi raportekê ji raya giştî re eşkere kirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Li Tirkiyê Komeleya Mafên Miorvan (ÎHD) binpêkirinên di sala 2022an de li tevahiya girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rû dane bi raportekê ji raya giştî re eşkere kirin. Di raportê de tê gotin ku bi hezaran binpêkirin hatine kirin û herî zêde di warê Kurdî de binpêkirin li mafên girtiyan hatine kirin. Rayedar û berpirsên Komeleyê jî li benda lêborîneke giştî ne.

Di heyama ku di rojeva Tirkiyê de lêborîn an go efûyeke giştî di rojevê de ye ji aliyê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ve derbarê girtigehên Tirkiyê de raporta salane hate parvekirin. Raporta hatiye amadekirin derbarê binpêkirinên di girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di sala 2022 û 7 mehên borî yên sala 2023an de rû dane radixe ber çavan.

Berpirsa Lijneya Girtîgehan ya Komeleya Mafê Mirovan Nuray Çevîrmen da zanîn ku di girtîgehan de ji kapasîteya xwe zêdetir girtî hene di her warî de binpêkirin rû didin û herî zêde jî li ser Kurdî eziyetên mezin li girtiyan tê kirin.

Nuray Çevîrmen diyar kir: “Di nava sala 2022an de li girtîgehan de herî kêm 10 hezar û 780 binpêkirin rû dane. Di 407 girtîgehan de niha 360 hezar 720 girtî hene û kapasîteya tevahiya gitîgehan 290 hezar e. Herî zêde di warê mafê tendûristî û jiyanê yê girtiyan tê binpêkirin û sala 2022an de 81 kesê di girtîgehan de canê xwe ji dest dan. Li gel vê yekê kovar, rojname û pirtûkên Kurdî tên qedexekirin û mafê parastina Kurdî ya girtiyên siyasî jî tê binpêkirin.”

Hevseroka Komeleya Mefê Mirovan Eren Keskîn jî da zanîn ku hikûmeta Tirkiyê di yasaya derbarê sizayên girtiyan de guherînên nû dike lê ji vê yekê girtiyên siyasî sûd jê wernagirin

Eren Keskîn ji K24ê re diyar kir: “Hikûmet ji bo kesên dizî û qaçaxçitiyê dikin û kesên destdirêjî û tundiyê li jinan dikin bi guherînên di yasayê de efûyê derdixe. Lê belê ji bo girtiyên siyasî û kesên ji ber fikr û ramanên xwe girtî ne tiştekî wiha nîne û neheqiyeke mezin tê kirin. Ger li vê erdnigariyê demokratîkbûn bê xwastin pêwîst e lêborîneke berfireh ya siyasî û berfireh bê ragihandin. Hikûmet dixwaze di girtîgehan de cih vala bike da ku zêdetir muxalîf û Kurdan bike girtîgehê.”

Her wiha li gorî raporta Komeleya Mafê Mirovan di 7 salên borî de 269 û tenê di sala 2022 û 7 mehên sala 2023an de jî 44 girtîgehên nû hatine vekirin. Li gorî heman raportê di navbera 2021 û 2022an de jî 69 hezar kes htine girtin.

Ligel vê yekê Li gorî daneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyê jî ku ji Rêbendana 2023an hatiye ragihandin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara girtîgehan 399 e û tevahiya kapasiteya van girtîgehan jî nêzî 290 hezar kes e.