Li Tirkiyeyê nirxê LPGê du lîre hate bihakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê bihabûna nirxê sotemeniyê berdewam e û vê carê jî nirxê LPGê hate bihakirin.

Li gor bihabûna dawî, du lîre li ser nirxê LPGê hatiye zêdekirin û her lîtreke wê gihiştiye 16 lîre û 38 quriş.

Ev yek di demekê de ye, duhî jî nirxê gazoîlê lîreyek, hefteya borî jî nîrxê benzînê du lîre hatibû bihakirin.

Li Tirkiyeyê di du mehên dawî de nirxê sotemeniyê nêzikê ji sedî 90 hatiye bilindkirin.