Tirkiyê 45 penaberên din bo Sûriyê vegerandin

"31 kesên din bi rêya deriyê Girê Spî radestî çekdarên opozîsyona Sûriyê kirin."
Derkirina penaberan
Derkirina penaberan

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyê 45 penaberên din ên Sûrî bo bakurê Sûriyê vegerandin û 31 kesên din bi rêya deriyê Girê Spî radestî çekdarên opozîsyona Sûriyê kirin.

Medyaya xwecihî ya Sûriyê belav kiriye, şeva borî desthilata Tirkiyê bi rêya Deriyê Bab El Hewa yê bakurê Sûriyê 45 penaberên din ên Sûrî ji nav axa Tirkiyê derkirin.

Duh jî Tirkiyê bêhtir ji 250 penaberên Sûrî bi rêya deriyên Girî Spî, Serê Kaniyê û Bab El Hewa vegerandibûn.

Li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan, ew kes bi zorê têne vegerandin  tevî hebûna kartên wan ên niştecîbûnê, Tirkiye ji bo pêkanîna projeya xwe ya vegerandina milyonek penaberên Sûrî, penaberan derdike.

Li aliyekî din hatiye belavkirin ku îro Tirkiyê li deriyê Girê Spî 31 welatiyên Sûrî ku beriya niha hewl dabûn sînorê Tirkiyê derbas bikin û hatibûn girtin, radestî çekdarên opozîsyonê kirin û di nava wan de jin û zarok jî hene.

Medyaya Erebî radigihîne, di nav sê mehên borî de bi hezaran penaberên Sûrî ji aliyê Tirkiyê ve hatine vegerandin û hinceta vegerandinê jî wek pabendnebûna yasayên hebûna wan a li Tirkiyê nîşan didin.

Ev yek di demekê de ye ku Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan meha borî ragihandibû, “Di çarçoveya proseya guhartina demografiya Efrînê de, Tirkiye 3 komelgehên niştecîbûnê li Efrînê ava dike, bi armanca bicihkirina malbatên çekaran û penaberên li Tirkiyê ne.”