Festîvala Dersimê bi konser û çalakiyan berdewam e

kurdistan24.net

Dêrsim (K24) – Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê ku îsal 21emîn car tê lidarxistin, bi çalakiyên cuda berdewam dike. Bi taybet beşdariyên girseyî di konser û çalakiyên zimanê Kurdî de tên kirin.

21 emîn mîhrîcana Mûnzûrê bi konser û çalakiyên cuda bi girseyî berdewam dike. Di konsera destpêka mîhrîcanê de, hunermend û muzîkjen li qada Seyîd Riza derketin ser dikê û beşdaran bi sitanên xwe coşandin.

Di roja duyemîn a mîhrîcanê de jî li Kolana Hunerê ya Dêrsîmê hunermendên DêrsÎmê di çalakiya ‘ber be ber kilamên Kirmanckiyê’de berhev hatin û xem û xeyal, êş û şahî û çanda Dêrsîmê ku bi kilaman Kurdî, ji nivşên berê derbasî nivşên nû bûne bi deng û awazên xwe bi beşdaran dan guhdarî kirin.

Lêkolînerê Zimanê Kurdî Cemal Taş ji K24ê re got: “Kirmanckî navê welatê me ye. Kurd, Tirk Ermen û miletên din jî welatên xwe bi zimanê xwe pênase dikin. Yê me jî Kirmanckiye. Bernameya me jî ‘Nifş bi Nifş Kilamên Kirmanckî’ ye. Em dikarin di sitranên xwe de, bizanin ku kevneşopî û çanda me çi ye. Her tiştên me di gotin û zimanê me de ye. Dîroka me, çand û kevneşopiyên me, zagon û baweriyên me hemû bi kilamên me heta niha hatine veguhastin. Loma jî kar û xebatên ku em niha dikin gelek girîng in.”

Çewa ku kilamên Kurdî ji aliyê jin û mêr, pîr û ciwanan ve hatin gotin, beşdarên ji pîremêr û pîrejinan û ciwanan pêkhatî jî hemahengî bi kilaman re kirin û di bernameyan de girîngî dana çand, dîrok, xweza û hunera Kurdî girîng nirxandin.

Welatî Behîce Gunduz got: “Dewletê me bi darê dorê ji welatê me daye koçkirin. Ev 30 sal e ku em ji welatê xwe derçûne. Ji bo ewlehiya zarok û mala xwe em macbûr man ku koç bikin. Niha jî ew zordestî û zext li welatê me berdewam dikin. Me ji vir koç kiriye lê welatê me her tim di xem û bîra me de ye. Her carê pirsên ku gelo rewş û hewa welatê me çewa ye, Ji berk u her tiştên me li vê derê maye, di bin destên wande ye. Memleket û axa me ji bin destên me derxistine, bi rastî dile min gelek tije ye…”

Welatî Erdal Duzgun diyar kir: “Ev 21 sal in beşdarî hemû mîhrîcana dibim. Îsal li gor salên din li ser çanda xwecîyî gavekî pêşte avêtine. Ev jî baş e. Kilamên Dêrsîmê, çanda Dêrsîmê divê zêdetir bê nişandan û danasîn. Çalakiyên zimanê zikmakî û zaravayê Kirmanckî-Zazakî jî zêde bûne û ev jî pir baş e. “

Hunermend û sitranbêjên Dêrsîmê li bajêr û welatên cuda bijîn jî çanda xwe berdewam dikin. Ew kilamên ku ji vê erdnîgariyê derketine, ji aliyê hunermendên xwecîh ve, di mîhrîcana 21 emîn de, ji bo beşdar û guhdaran hatin pêşkêşkirin.