2 keştiyên koçberan binav bûn: Bi dehan kes winda bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Di encama binavbûna du keştiyên koçberan li girava Lampedusa ya Îtalyayê de, zêdetirî 30 kesî winda ne.

Li gorî nûçeya ajansa “ANSA” ya Îtalyayê, şeva bûrî 2 keştiyên koçberan li girava Lampedusayê binav bûn.

Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê diyar kir ku kesên rizgar bûne behsa windabûna 28 kesên ku li keştiyekê bûn, dikin.

Herwiha hat gotin jî ku duhî şemiyê jî sê kesên din ku li keştiyeke din bûn, li peravên girava Lampedusa winda bûne.

Tê pêşbînîkirin ku ew her du keştî, du keştiyên hesinî yên rizyayî bûn ku roja Pêncşemê ji bajarê Sfax ê Tunisê birê ketûn.

Ajansa nûçeyan a Îtalî “ANSA” ragihand, hêzên ewlekariya peravê roja şemiyê termê kesekî dîtin, piştî ku keştiyek koçberan li girava Lampedusa binav bû.

Di çend rojên borî de, zêdetirî 2 hezar kes gihîştine Lampedusa, piştî ku ji aliyê keştiyên patrolê yên Îtalî û rêxistinên sivîl ve ji deryayê hatin rizgarkirin.

Li gorî amarên Wezareta Navxwe Îtalyayê, ji serê salê û heta niha, nêzî 92 hezar koçber bi rêya deryayê gihîştine wî welatî ku li gorî hema dema sala 2022’an, 42 hezar û 600 koçber gihîştibûn.