5emîn Festîvala Bayskilsiwariyê li Wanê hate sazkirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Festîvala Bayskilsiwariya Pêncem li Wanê hate sazkirin. Bi pêşengiya parêzgarên Wan û Bidlîs û şaredarên bajarokên tenişt derya Wanê festîval tê sazkirin. ji gelek bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyê 250 bayskilsiwar beşdar bûne. Festîval dê yek hefte berdewam be.

Erdnîgarî û Derya Wanê, vê havînê mêvandariya çalakiyên reng bi reng û curbicur dike. Deh roj Piştî festîval û pêşbirka melevanî ya Derya Wanê ku pênc roj berdewam kiribû, Pêncem Festîvala Paskilan ya Derya Wanê destpê kir.

Festîval bi armanca cîbicîkirina bernameya Parastina jîngeh û Derya Wanê hatiye sazkirin. Paskilsiwaran kampa xwe li tenişt Kela Dîrokî ya Wanê danîne,

Serokê Damezrînerê Komeleya Çalakên Wanê Erdogan Ozel dibêje: “Festîvala me dê heşt rojan bidome. Li qeraxê Derya Wanê 500 kîlometre rê heye. Emê balê bikşînin li ser dewlemendiyên dîrokî, kulturî û siruştî yên deverên Wanê. Di heman demê de metirsiya qirêjbûn û ziwabûnê li ser Derya Wanê heye. Emê hewl bidin ev nirxê bêhempa bigihînin nifşên dahatî.”

Diruşma destpêkê ya çalakiya wan "Bila Derya Wanê Qirêj Nebe Şîn Bimîne" bû. Beşdar diruşmê xwe diparêzin.

250 bayskilsiwar beşdar in û ewê 450 kîlometre li dora Derya Wanê bizivrin. Ji gelek bajaran beşdarên paskilsiwar hene. ev çalakî êdî sînorê wanê derbas kiriye.

Beşdar Selîm Çelîk got: “Ji bo derdorê Deryayê Paqij bimîne emê bayskilên xwe bajon. Kelecana me zêde ye. Hêvî dikim bo derya Wanê bibe dengek.”

Balkêşiyeke din ya Festîvalê beşdariya bayskilsiwarên nabîna bû. 6 siruşthez û bayskilsiwarên nabîna ji bajarên din yên bakurê Kurdistan û Tirkiyê bi bayskilên xwe yên taybet beşdarî festîvalê bûn.

Serokê komeleyê dibêje aliyek balê dikşînin li ser Derya Wanê, aliyê din jî bala civakê dikşînin liser xwedîpêdiviyên taybet û han didin astengdaran ku tiştek li pêş xwe asteng nebînin.