OECD: Tirkiye bo debara jiyanê welatê herî metirsîdar e

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Tirkiye bo dabînkirina pêdiviyên sereke welatê herî metirsîdar e. Li gor rapora OECD (Rêxistina Pêşketin û Hevkarî ya Aborî) li nav 27 welatan Tirkiye di rêza yekem de cîh digire ku ji ber bihabûnan welatiyên Tirk der barê peydekirina pêdiviyan de gelek metirsîdar in. Welatiyan li vî welatî amaje dikin berê bi rewşa Afrîkayiyan xemgîn dibûn lê niha bi halê xwe xemgîn û metirsîdar in.

Bihabûn û helawisana zêde wek kêşeyeke sereke ye li nav xelkê Tirkiyeyê. Derdê debara jiyana li vî welatî dibe sedema endîşeyeke mezin jî.

Li gor rapora OECD (Rêxistina Pêşketin û Hevkarî ya Aborî) ku li nav 27 welatan hatiye kirin der barê peydekirina pêdiviyên sereke de welatê herî zêde metirsîdar Tirkiye ye.

Li nav pêdiviyên sereke, xurek, xwarin, enerjî û cîhê mayînê xanî tên destnîşankirin ku lêçûnên van pêdiviyan her diçe zêdetir dibe û ev jî tirs û endişeya welatiyan jî zêdetir dike. Ji her 4 kesan 3 kes di nav metirsiyê de ye.

Muharrem Şîmşek: “Kireyên xanî, fatûrayên ceyran, av, nan her tişt gelek zêde bûne. Em ê di nav van bihabûnan de çawa bextewar bibin. Berê em bi rewşa Afrikayiyan xemgîn dibûn, niha em bi halê xwe xemgîn û metirsîdar in.”

Buse Çîçek: “Ji ber bihayên zêde em ne dikarin pêdiviyên xwe şexsî ne jî dikarin pêdiviyên xwe yên bo malê dabîn bikin. Êdî her roj ji xwe me tiştekî kêm dikin û hatine asta tirs, xof û bêhêviyê.”

Welatî: “Di şertên wiha giran û bi zehmet de ne pêkan e ku mirov kêfxweş bibe. Ez 60 salî me, di jiyana xwe de cara ewil e ku evqas bi fikar im. Ji dest min were ez ê ji vî welatî biçim.”

Helawisana fermî wek ji%48 li Tirkiyeyê hat ragihandin lê pêşbîniya pisporan ew e ku mehên bê helawisan dê zêdetir bibe.

Pisporê Aboriyê Hayrî Kozanoglu ji K24ê re got: “Weke dihat pêşbinîkirin ku helawisana meha Tîrmehê ji %9,49 derket. Par helawisana Tebaxê ji %1,46 bû. Lê bi hisaba me di nav du mehên pêş me helawisan ji%60an dê zêdetir bibe.”      

Li gor raportê ligel metirsiya kesên dahatên wan in kêm in ji %70,5 kesên dewlemend jî metirsîdar in ku rêjeya wan jî ji %70,7 tê destnîşankirin.