Li ser raspardeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî zaroka du salî Nûra Ebasî tê tedawîkirin

Hewlêr (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, ew zaroka bi navê Nûra Ebasî ku bi maddeya sotîner laşê wê şewitîbû, niha tendirustiya wê cîgir e û ji bo neştergeriyê amadekarî tê kirin, her wiha eşkere kir ku ji destpêka bûyerê ve, Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûyer şopandiye ji bo tedawiya wê çi pêwîst be were kirin.

Îro Duşemê 7ê Tebaxa 2023an, Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Berzincî ragihand, zarokeke temen du salî bi maddeya sotîner laşê wê şewitîbû, Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêwendiya wan hebûye û berdewam li ser xetê bûne ji bo dilniyabûna li ser tendirustî û rêkarên çareserî û raspardeya cenabê wî, ku çi pêwîst be ji bo wê were kirin.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, Wezareta Tendirustiyê ji destpêkê ve li ser xetê bûye ligel nexweşxaneyê, çendîn neştergeriya destpêkî ji bo wê hatine encamdan û amadekarî tê kirin ji bo encamdana neştergeriyeke mezin û niha rewşa wê ya tendirustiyê cîgir e û çi pêwîst be ji bo wê tê kirin.

Roja 24ê Tîrmeha 2023an, zaroka temen du salî ya bi navê Nûra Ebasî li malê têzab li ser laşê wê rijiyabû û temamê laşê wê şêwitîbû.