Esed: Ez bi şert û mercên Erdogan hevdîtinê nakim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, hevdîtina wî bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re, li gorî şert û mercên Erdogan pêk nayê.

Serokê Sûriyê Beşar Esed di hevpeyvîneke taybet bi “Sky News Arabia” re derbarê hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan re ragihand, hevdîtina wî bi Erdogan re, ji bo armanceke askere ye, ew jî vekişîna hêzên Tirkiyê ji nava xaka Sûriyê ye, li hemberê jî armanca Erdogan ew e ku rewatiyê bide dagîrkirina Tirkiyê ji Sûriyê re ye, ji ber vê jî hevdîtina di bin şert û mercên Erdgan de pêk nayê.

Ev daxuyaniya Esed di demekê de ye, Erdogan di daxuyaniya xwe ya çend rojên borî de gotibû ku ew ji hevdîtineke muhtemel a bi Esed re "ne girtî" ye.

Beriya ku şerê Sûriyê di Adara 2011an dest pê bike, pêwendiyên bihêz di navbera Tirkiye û Sûriyê û Recep Tayyip Erdogan û Beşar Esed hebûn. Piştî destpîkirina xwepêşandanên Sûriyê, Tirkiye kete bereya dijminên Esed, Erdogan jî daxwaz dikir ku Esed ji desthilatê biçe.

Ji sala 2016an ve, artêşa Tirkiyê sê operasyonên leşkerî li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên bakurê Sûriyê kirine, herwiha baregeh û hêzên Tirkiyê li parêzgeha Idlibê hene.