Li Nîjeryayê mizgefteke dîrokî hilweşiya: 10 mirî û 25 birîndar

Navenda Nûçeyan (K24) – Mizgefta dîrokî ya li parêzgeha Kaduna ya Nîjeryayê di dema nimêjê de hilweşiya, di encamê de 10 kesan canê xwe jidest dan.

Rayedarên Nîjeryayê ragihandin, di encama hilweşîna Mizgefta Îmarata “Zazau” ya dîrokî ya li bakurê parêzgeha Kaduna de 10 kesan canê xwe jidest dan û 25 kes jî birîndar bûn, ji nava wan rewşa 7 kesan giran e.

Emîrê Zazauyê Ehmed Nûh Bamalî roja Şemiyê di daxuyaniyekê de da zanîn, mizgefta 186 salî ye û roja Înê di dema nimêja piştî nîvro de hilweşîya.

Rayedarên Nîjeryayê ji bo zanîna sedemên hilweşîna mizgefta ku di navbera salên 1835 û 1837an de di serdema Mîr Mihemed Bîlo de hatiye avakirin, dest bi lêkolînan kirin.

Li Nîjeryayê hilweşîna avahiyan gelek caran rû didin. Pispor diyar dikin ku sedema van hilweşiyan, pîrbûna avahiyan, plansaziya avahiyan ne li gorî rêziknameyan e û di dema avakirinê de madeyên ne standard in tên bikaranîn.