Li Hesekê ji ber germahiya zêde ciwanekê canê xwe jidest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Parêzgeha Hesekê ji ber pîleya germahiyê ya bilind, keçekê canê xwe jidest da.

Li gorî medyaya xwecihî, keça bi navê Xedîce Mihemed Kinêhir a ji gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeya Til Temirê, duhî ji ber tava dijwar canê xwe jidest da.

Çend roj in pileyên germahiyê li Rojavayê Kurdistanê bilind bûne û bijîşk welatiyan hişyar dikin ku di demjimêrên herî germ de dernekeven derve û pabendî rênimayên taybet ên vê rewşê bibin.

Li tevahiya cîhanê pîleya germahiyê bilind bûye, ev havîn jî li li gelek navçeyên cîhanê wek, havîna herî germ tê zanîn.