Hollanda: Siyasetmedara Kurd Dîlan Yeşîlgoz bû Seroka Partiya VVD

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerîus bû Serokê nû yê Partiya Serokwezîr Mark Rutte, Partiya VVD. Yeşîlgoz diyar kir, ev erkê nû ji bo wê “rûmeteke mezin” e.

Wezîra Ewlekarî û Dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerîus bû serok û namzeta serokwezîriyê ya nû ya partiya Mark Rutte, Partiya Gel ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD).

Siyasetmedara Kurd Yeşîlgoz-Zegerius ê 46 salî, di parvekirina xwe ya li ser hejmara xwe ya “Twitter” de diyar kir, ev erk ji bo wî rûmeteke mezin e û ji ber baweriya ku lê hatiye kirin, spasî kir.

DIBE KU BIBE YEKEMÎN SEROKWEZÎRA JIN A HOLLANDAYÊ

Wezîra Ewlekarî û Dadê ya Hollandayê Dîlan Yeşîlgoz-Zegerîus ji aliyê Komîteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Gel a ji bo Demokrasî û Azadiyê (VVD) ku hevparê sereke yê hikûmetê ye û ji aliyê hemû rêxistinan ve bi yekdengî ji bo serokkomariyê hat diyarkirin. Eger partiya wê di hilbijartinê de bi ser bikeve, Yeşîlgoz dê bibe yekemîn serokwezîra jin a Hollandayê.

Dîlan Yeşîlgoz xelkê Bakurê Kurdistanê û bi eslê xwe ji bajarê Dêrsimê ye, ew di sala 1977an de li bajarê Enqere jidayîk bûye û di sala 1984an de ligel malbata xwe çûye Hollandayê. Dîlan Yeşîlgoz ji Adara 2017'an û vir ve endamê Partiya VVD'ê ye.