Cîgirê Serokê Îtîlafê û encûmenên xwecihî yên ENKSê rewşa Efrînê gotûbêj dikin

Cîgirê Serokê Hevbendiya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê (Îtîlafê) Dr. Ebdulhekîm Beşar li bajarê Efrînê bi encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) li Efrînê û derdora wê re civiya û rewşa Efrînê û binpêkirinan bi bûrî hat gotûbêjkirin.
Efrîn
Efrîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Hevbendiya Hêzên Şoreşê û Opozîsyona Sûriyê (Îtîlafê) Dr. Ebdulhekîm Beşar li bajarê Efrînê bi encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKSê) li Efrînê û derdora wê re civiya û rewşa Efrînê û binpêkirinan bi bûrî hat gotûbêjkirin.

Di civînê de ku îro 14ê Tebaxa 2023an hat lidarxistin û Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) Horo Osman tê de amade bû, rewşa Efrînê bi awayekî berfireh hat gotûbêjkirin.

Dr. Ebdulhekîm Beşar ku di heman demê de Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de ye, di civînê de amaje bi wê yekê kir, ew di civînên xwe yên bi aliyên pêwendîdar ên bi dosyeya Sûriyê yên herêmî û navdewletî re û herwiha di civînên Îtîlafê û bi nûnerên grûpên di nava Îtîlafê de, behsa binpêkirinên li Efrînê û gundewarê wê tên kirin, dike.

Ji aliyê xwe ve, serokên encûmenên xwecihî bi hûrî behsa rewşa herêmên xwe û binpêkirinên ku tên kirin gihandin Dr. Ebdulhekîm Beşar û wî jî ji aliyê xwe ve pêşniyar kir ku ew binpêkirin bên belgekirin, ji bo ku ew bigihîne aliyên pêwendîdar û bi wan re guftûgoyê li ser wan bike.

Herêma Efrînê ku ji Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û ji wê demê ve hema hema rojane tawan û binpêkirinên mirovî yên wek kuştin û revandina welatiyan, destdanîna ser mal û milkan, ferzkirina bacan û guhartina demografiyê herêmê tên kirin, ev cara yekem e Nûnerê ENKSê di Îtîlafê de serdana Efrînê dike û bi encûmenên xwecihî re dicive û behsa rewşa Efrînê dike.

Herwiha ev serdana Dr. Ebulhekîm Beşar bo Efrînê, piştî wê yekê tê, ENKSê di meha Sibata borî de biryarê da, baregehên xwecihî yên li Efrîn û Cindirêsê veke û rola ENKSê li wê herêmê akîtv bike.