Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo rewşa penaberan ligel Wezareta Derve ya Amerîkayê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîkayê rewşa mirovî ya penaberên ku li Herêma Kurdistanê dijîn ligel dezgeh, rêxistin û berpirsên hikûmetê gotûbêj dike û diyar kir, ew ê sibe bi Wezareta Derve re li ser rewşa penaberan bicive.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed ji K24ê re ragihand, hinek ji wan rêxistinên ku bi wan re hevdîtin pêk anîne, soz dane ku alîkariyên xwe berdewam bikin. Sibe jî ew ê li Wezareta Derve ligel Dîska Penaberan a Iraqê bicive.

Got: “Di civîna sibe de em ê hûrgiliyên zêdetir derbarê rewşa penaberên li Herêma Kurdistanê ne pêşkêşî berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkayê bikin. Em hêvîdar in wan razî bikin ku rêxistinên navdewletî han bidin ku alîkariyên xwe bo Herêma Kurdistanê berdewam bikin.”

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî aşkere kir, heta niha zêdetirî 300 hezar koçberên Êzidî li Herêma Kurdistanê bicih bûne û di kampan de ne.

Mûsa Ehmed da zanîn, jiyana koçberên Êzîdî dema vegerin ser malên xwe dê aram bibe, ev yek jî girêdayî cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê ya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de ye.

Herwiha da zanîn, 248 hezar penaberên Rojavayê Kurdistanê di 10 kampên Herêma Kurdistanê de hatine bicihkirin û rewşa Rojavayê Kurdistanê ne alîkar e ku ew zû vegerin, lewma pêwîstiya wan bi alîkariya rêxistinên xêrxwazî ​​heye.

Demek e rêxistinên navdewletî alîkariyên xwe yên mirovî ji bo kampên Herêma Kurdistanê kêm kirine, di heman demê de hikûmeta Iraqê jî ti alîkariyan pêşkêşî niştecihên kampan nake ku beşek ji wan ji başûr û navenda Iraqê hatine.

Ji ber wê jî, armanca şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji aliyekî ve şirovekirina rewşa mirovî ya koçber û penaberan e û ji aliyê din ve jî zêdekirina alîkariyên rêxistinên navdewletî ye.