Çavdêrên siyasî: Çi sûda şerê PKKê ji bo çareserkirina pirsa Kurdî nemaye

Navenda Nûçeyan (K24) – Şerê ku li bajarokê Dihê yê ser bi bajarê Sêrtê destpê kiribû û li bajarên din Bakurê Kurdistanê belav bûbû, piştî 39 salan ne li wir e, lê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê asê bûye.

Pêvajoya şerê çekdarî yê PKKê çend dirêj bike jî, nêrîna ku çi sûda vî şerî bo çareserkirina pirsa Kurdî nemaye, li nav civak û siyaseta Kurdî zal dibe.

Herî dawî ji nav HDPê di asta herî bilind de Hevserokê berê yê wê partiyê yê zindanîkirî Selahettîn Demîrtaşî banga danîna çekan li PKKê kiribû. 

Vê dawiyê bangên bi vî rengî her zêde dibe û tê xwestin ku ji bo çareserkirina pirsa Kurdî derfet bo rê û rêbazên demokratîk û yasayî bê dayîn.

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Altan Tan ji K24ê re got: “Divê PKK dest ji şerê çekdarî berde û ji bo çareserkirina pirsa Kurdî rê û rêbazên yasayî û demokratîk werin bikaranîn ku hilbijartinên şaredarî û parlamentoyê yek ji wan rêyan in.”

Erol Katircioglu ku Parlamenterê berê yê HDPyê ye û aborînasekî diyar ê Tirkiyeyê ye eşkere dike, çaresernekirina pirsa Kurdî û şer trîlyondolaran zerer gihandiye aboriya Tirkiyeyê. Divê PKK dest ji çekan berde û hikmeta Tirkiyeyê jî pirsa Kurdî çareser bike.

Erol Katircioglu got: “Tê behskirin ku zererên aborî yên şerî ji sê tirîlyon dolaran heta 40 trîlyon dolaran e. Ev qeyrana aborî ku em tê de ne, parçeyek ji qeyrana siyasî ye. Gelek zelal e ku heke Tirkiye bikare pirsa Kurdî çareser bike, dê pirsên wê yên aborî jî çareser bibin. Jixwe divê PKK dest ji şerê çekdariyê jî berde û nikare bi riya çekan tiştek bi dest bixe. Divê PKK rê ji siyaset sivîl re veke û siyasetmedar jî piştgiriya dayîna mafên Kurdan bikin. Divê hikûmeta Tirkiyeyê mafê nêzikê 30 milyon Kurdan radest bike.”

Ji sala 1984ê heta niha ji her du aliyan nêzikê 80 hezar kes canê xwe ji dest dan û ew hinde kes jî birîndar bûn. Ev amar ji dezgehên fermî û navnetewî û ji daxuyaniyên berpirsên PKKyê hatiye girtin.

Endamê Desteya Rêvebir ê PKKyê Duran Kalkan jî hefteya borî di televîzyoneka nêzikê partiya xwe de eşkere kiribû, hejmara endamên wan ên canê xwe ji dest dane gihiştiye nêzikî 50 hezaran.

Li gor amarên Ajansa “Anadolu”, Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê û Grûba Krîzê ya Navnetewî û rêxistinên mafên mirovan, di şerê 39 salan de nêzikê 10 hezar endamên hêzên ewlekariyê û 15 hezar sivîl ku piraniya wan Kurd in canê xwe ji dest dane. Herwiha 4 hezar gund wêran bûne û nêzikê milyonek kes ji gundên xwe koç kirine.

Digel vê encama dijwar a 39 salan ku zêdetirîn zerermendê wê Kurd in, her du alî li ser bijaredeya şer rijd in û paşde gav navêjin.