Li Semsûrê bûyera trafîkê: 4 mirî û 3 birîndar

Li parêzgeha Semsûrê di bûyereke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li parêzgeha Semsûrê di bûyereke trafîkê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya navçeya Serê Golanê ya Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê barhilgirek û otomobîlek li hev qelibîn.

Di bûyerê de şofêrê otomobîlê Sefa Eken û welatiyên bi navê Cansu Eken, Cansu Guler û Eren Eken ku di otomobîlê de bûn canê xwe ji dest da.

Herwiha 3 welatiyên bi navên Ramazan Ç., Huseyîn Avnî Doruk û Akîf Eken jî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar birine nexweşxaneyê.