Zorinbazê Kurd bû şampiyonê cîhanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Zorinbazê Kurd di Şampiyoniya Cîhanî ya Zorinbaziya Azad a Ciwanan li Urdinê de, medalyaya zêrî bi dest xist.

Medyaya Rojhilatê Kurdistanê belav kir, zorinbazê Kurd Mubîn Ezîmî di Şampiyoniya Cîhanî ya Zorinbaziya Azad a Ciwanan li Urdinê de, medalyaya zêrî bi dest xist.

Mobîn Ezîmî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê ye û di giraniya 92 ​​kg de, li hember hevrikê xwe yê Kazaxistanê bi encama (5 - 4) biser ket û di roja dawî ya pêşbirkê de bû şampiyon.

Mubîn Ezîmî li ser rûpela xwe ya “Instagram” nivîsî: “Bêguman armanca sereke ji bo min, ne hilkişîna platformên werzîşê ye. Lê belê, ew bû ku bi çend kêliyan be jî, bextewariya dilê welatiyên xwe yên hêja şad bikim. Ez hêvî dikim ku bi vê medalyayê, min dilên we yên pak ji bo çend kêliyan şad kiribe.”

Pêşbirkên Zorinbaziya Azad a Ciwanên Cîhanê ji 14 heta 16 Tebaxê li Emmanê Paytexta Urdinê birêve çû û Ezîmî bi tîma Îranê re beşdar bûbû.

Zorinbazê Kurd di vê pêşbirkê de hemû hevrikên xwe têk birin û medalyayê zêrî ya şampiyoniya cîhanî bi dest xist.

Ezîmî par di giraniya 92 ​​kg de jî Şampiyoniya Xortên Asiyayê bidest xistibû û medalyaya zêrî bi dest xistibû.