HSD: Li Reqayê serkirdeyekî DAIŞê hat kuştin

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kuştina serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Reqayê, ragihand.
Şervanekî HSD, Rojavayê Kurdistanê, Suriye.
Şervanekî HSD, Rojavayê Kurdistanê, Suriye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi alîkariya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kuştina serkirdeyekî mezin ê DAIŞê li Reqayê, ragihand.

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di daxuyaniyekê de eşkere kir, yekîneyên dijî terorê yên ser bi HSDê, bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke ewlehiyê ya taybet li navenda Reqayê pêk anîne û serkirdeyekî mezin ê DAIŞê kuştine û dest danîn ser çek û alavên serbazî yên di mala ku tê de bû.

Li gor daxuyaniye HSDê, navê wî serkirdeyê DAIŞê Îbrahîm El Elî ye û bi navê Ebû Mucahid tê nasîn û ew berpirsê giştî yê DAIŞê yê li navçeya rojhilat bûye.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin ku operasyon piştî lêkolînên bi hûrgilî û şopandina tevgerên serkirdeyê terorîst pêk hatiye, ku hêzên wan bi piştgiriya asmanî yên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, avêtine ser mala serkirdeyê DAIŞê Îbrahîm El Elî û hêzên HSDê rastî teqeyan hatine û di encama bersivdana teqeyan de serkirdeyê terorîst hatiye kuştin.