Ukrayna: Me 2 helîkopterên Rûsyayê xistin xwarê

Hêzên Çekdarî yên Ukraynayê ragihand, îro hêzên wan 2 helîkopterên cûreya Ka-52 yên Rûsyayê xistine xwarê.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Çekdarî yên Ukraynayê ragihand, îro hêzên wan 2 helîkopterên cûreya Ka-52 yên Rûsyayê xistine xwarê.

Berdevkê Fermandariya Hêzên Asmanî yên Ukraynayê Mikola Oleşçuk li ser hejmara xwe ya medyaya civakî ragihand, artêşa Ukraynayê, li aliyê Bahmutê helîkoptereke cûreya Ka-52 ya Rûsyayê xistine xwarê.

Navenda Pêwendiyên Stratejîk a Hêzên Çekdarî yên Ukraynayê (StartCom) jî eşkere kir, li aliyê herêma Zaporijya, li nêzîkî Robotine, helîkoptereke Rûs Ka -52 xistine xwarê.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.