CENTCOMê derbarê hêzên xwe yên li Iraqê bersiva Kurdistan24ê da
Hewlêr (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, ew guherînên ku li Iraqê kirine, bi mebesta wê yekê ye ku hêzên xwe dubare cîgir bikin û firqeyên nû berpirsyariyê werbigrin, herwiha eşkere kir, guherînên li hêzên wan rutîn û asayî ne.
Îro Pêncşemê 17ê Tebaxa 2023an, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li ser liv û tevgerên hêzên xwe li Iraqê bersiva Kurdistan24ê da û got: “Ji bo ku hêzên me dubare werin cîgirkirin û firqeyên nû berpirsyariyê werbigrin, ew guherîn di hêzên me yên li Iraqê de hatine kirin di roja 15ê vê mehê de.”
CENTCOM diyar dike: “Ev operasyona guherîna hêzên me rutîn û asayî ne, ligel planên me yên ewlehiyê yek digrin, ji bo vê mebestê jî em hêz û çekên xwe dişînin derve û Iraq û li hember wê, firqe û çek û keresteyên nû tînin nav Iraqê.”
Herwiha eşkere kir, ev guherîn pêwîst in ji bo piştevanîkirina hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê pabend in bi têkbirina DAIŞê û berdewam dibin di dayîna şêwir û hevkarî û şiyandarkirina hevpeymanên xwe de.