Sekreterê PDK-Sê: PYD diyaloga Kurdî asteng dike û baweriya wê bi hevbeşiyê nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekretêrê PDK-Sê careke din PYDê bi astengkirina danûstandinên Kurdî- Kurdî tometbar dike û radighîne, ji bo vegera nav danûstandinan, ti fişareke pêwîst ji aliyê Amerîka ve li ser PYDê nîne.

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistan- Sûriyê (PDK-S) Mihemed Ismaîl di hevpeyvînekê ligel rojnameya fermî ya partiya xwe “Kurdistan” de derbarê danûnstandinên Kurdî - Kurdî de ragihand, “Diyaloga Kurdî - Kurdî gaveke girîng bû û gelê Kurd yê ku li aramiyê digere bi giringî lê dinêre ji bo ku atmosfereke erênî yekrêzî û yekhelwestiya Kurd peyda bibe. Tiştê erênî ew e ku aliyê Amerîkî wek gerentor e û rêkeftina Duhokê bingeha wê ye û ji ber hebûna aliyê Amerîkî, gaveke baş hat avêtin. Lê PYDê astengî derxistin, ta ku danûstandin neçin serî.”

Mihemed Îsmaîl got jî: “PYDê nebûna nûnerên dîplomatîk ên Amerîkî li herêmê û veguhastina desthilatê li Washingtonê ji Komariyan bo Demokratan wek derfet dît û di wan sê mehên destpêkê de hewla şewitandina ofîsên partiyên Kurdî da û kadroyên wan girtin û daxuyanî li dijî serkirdeyên ENKSê avêtin ta ku danûstandinan têk bide.”

Diyar kir jî: “Piştî hewlên Amerîkiyan a dubare destpêkirina diyalogê, ENKSê belgeyek garantî ji şeş xalan pêşkêş kir ku aliyê Amerîka û birêz Mazlûm Ebdî wek garantorê PYDê jî ew pejirandin û li ser îmze kirin, lê wan nekarîn aliyê din (PYD) bînin ser maseya danûstandinan.”

Sekretêrê PDK-Sê got jî: “Hîn jî aliyê Amerîkî danûstandinê ligel aliyên pêwendîdar dike, lê fişareke pêwîst nîne ku wan neçar bike ku rêkeftinê bipejirînin, ji ber ku PYD rêkeftin û hevbeşiyê bi aliyekî Kurdî re qebûl nake û baweriya wê pê tune ye.”

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdî (PYNK) ji Mijdara 2019'an ve bi piştgiriya Amerîka, Herêma Kurdistanê û HSDê dest bi danûstendinên yekrêziya kurdî û beşdariya ENKSê di nava Rêveberiya rojavayê Kurdistanê de kiribûn, lê ev danûstandin piştî nêzîkî salekê û bêyî gihîştina ti peymanekê rawestiyane.