2 zarok di encama teqînekê de li Dêrazorê canê xwe jidest dan

Mîn
Mîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundewarê Dêrazorê, di encama teqîna mayînek ji paşmayên şer de, 2 zarok hatin kuştin û kesekî din jî birîndar bû.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li bajarokê El-Şefa yê li nêzî çemê Firatê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê, mayînek ji paşmayên şer teqiya.

Diyar kir jî, di encamê de 2 zarokan canê xwe jidest dan û şivanek jî birîndar bû.

Li gorî amarên Rewangehê, di sala 2023an de 207 kes ku di nava wan de 57 zarok û 18 jin hene, di encama bombe û paşmayên şer de canê xwe jidest dan.