Matthew McFarlane: Pêşmerge hevkarekî girîng e di şerê li dijî DAIŞê de

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê dibêje, Pêşmerge hevkarekî girîng e di şerê DAIŞê de. Got jî: “Armanca çaksaziyan jî, yekxistina hêzên Pêşmerge ye.”

Fermandarê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Matthew McFarlane di konferanseke rojnamevanî de ragihand, welatê wî bi piştevaniya Hêzên Pêşmerge pabend e û tekezî li çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de kir.

McFarlane got: "Di warê cîbicîkirina xalên yadaştnameya di navbera Wezareta Berevaniya Amerîka û Wezareta Pêşmerge de, hinek pêşketin çêbûne. Divê her du alî jî erkên peymanê bicih bînin.” Herwiha got jî: “Nebûna Wezîrê Pêşmerge, ev sazî lawaz kiriye.

Derbarê tevgera hêzên hevpeymanan li ser sînorê Iraq û Sûriyê de, McFarlane got: "Ti planek tune ye ku hêzên xwe li ser sînorê Iraq-Sûriyê bicih bikin. Ji bilî tekezkirina li ser têkbirina DAIŞê, tişta ku heye tenê pevguhertina kelûpelan e û beşek ji van hêzan çek û cebilxaneyan diguherên.”

Roja 21ê Îlona 2022ê, Wezareta Berevaniya Amerîkayê û Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê yadaştnameyek îmze kirin.

Di sala 2016’an de cara yekem di navbera her du wezaretan de peymana yadaştnameyek hatibû îmzekirin. Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihandibû ku ev yadaştname hevahengiya demdirêj a di navbera Amerîka û gelê Herêma Kurdistana Iraqê de nîşan dide. Her wiha pabendiyeke hevbeş e ji bo têkbirina tam a DAIŞ’ê.