Welatiyekî Kurd di girtîgehên rêjîmê di bin eşkenceyê de hat kuştin

Reuters
Reuters

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatiyekî Kurd ê ji Efrînê piştî mana 7 mehan di girtîgehên rêjîmê li Şamê de, di bin eşkenceya hovane de hate kuştin.

Rêxistina Mafên Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, welatiyê bi navê Mistefa Şêxo Bekir ê ji gundê Coqê yê herêma Efrînê roja 15ê Tebaxa 2023an li Şamê di girtîgeheke rêjîma Sûriyê de û ji ber eşkenceya hovane de canê xwe jidest da.

Rêxistina Mafên Mafên Mirovan da zanîn jî, desthilatên ewlekariyê malbata Mistefa Şêxo Bekir neçar kir ku termê wî li goristaneke bajarokê Qetena yê li gundewarê Şamê veşêrin.

Li gorî zanyariyên wê rêxistina mafên mirovan, Mistefa Şêxo Bekir (55 salî) ku ji zêdetir ji salan e li gundê Cercîr ê li devera Qelemûn a li bakurê Şamê bicih bûbû, roja 1ê Sibata 2023an ligel diya xwe li Şamê hatibû binçavkirin. Diya wî li hember 30 milyon lîreyên Sûrî hatibe azadkirin û ew jî ji bo navendên ewlekariyê hatibû birin.

Di heyama 12 salên krîza Sûriyê de, rêxistina Human Rights Watch û rêxistinên din ên maven mirovan, Serokê Sûriyê Beşar Esed û rêjîma wî bi kuştin û “eşkencekirina sîstematîk” li dijî dijberên xwe di zindanan de tê tometbarkirin û bi hezaran hatên eşkencedan û kuştinê belge kirine.

Li gor amarên “Tora Sûrî ya Mafên Mirovan” rejîma Sûriyê zêdetir ji 215 hezar kes di girtîgehên xwe de girtiye, bêyî ku nav,cih û çarenivîsa wan eşkere bike.