Leşkerekî din ê Fransî li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da

Navenda Nûçeyan (K24) – Leşkerekî din ê Fransî di dema perwedekirina hêzên Iraqî de dikir, bi giranî birîndar bû û piştî rakirina wî bo nexweşxaneya Hewlêrê, canê xwe jidest da.

Wezareta Hêzên Çekdar (Berevaniyê) ya Fransa îro 21ê Tîrmeha 2023an di daxuyaniyekê de ragihand, leşkerê Fransî yê bi navê Nicolas Latort, ku ser bi Fewca Şeşemîn a Endezyaran ve bû, di dema perwerdekirina hêzên Iraqî de canê xwe jidest da.

Hêzên Çekdar ên Fransa da zanîn, ew leşker bi helîkopterê bo nexweşxaneyeke Hewlêrê hat veguhestin û ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de cihê bûyerê nehat eşkerekirin û got ku Nicolas Latorte roja 21ê Gulana 2023an di operasyonên derveyî de cih girtiye û bi hêzên ewlekariya Iraqê re beşdarî rahênaneke tedbîrên teqemeniya vedayî bûye.

Ev yek di demekê de ye, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derengiya şeva Înê ragihand, leşkerekî Fransî li Iraqê dema ku ji bo perwerdeya hêzên çekdar ên Iraqê di rê de bû, di bûyereke trafîkê de canê xwe jidest da.

Her di wê bûyerê de efserekî din ê leşkerî bi giranî birîndar bû û niha li nexweşxaneya leşkerî ya Bexdayê tê dermankirin.

Fransa yek ji endamên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ye. Di heyama 9 salên borî de, li Iraq û Herêma Kurdistanê, alîkarî û perwerdeya leşkerî pêşkêşî artêşa Iraqê û hêzên Pêşmerge kiriye.

Fransa di sala 2014an de û di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de; 120 leşkerên xwe ji bo perwerdekirina hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge şandin Hewlêr û Bexdayê. Piştre jî hejmara leşkerên wî welarî li Iraq û Herêma Kurdistanê gihîşt nêzîkî 1100 leşkeran.

Li gor amarên dawî yên Wezareta çekdarên Fransayê, ji destpêka şerê li dijî DAIŞê di sala 2014an heta dawiya sala 2022an, firokeyên şer ên Fransayê zêdetirî 1500 êrişên asmanî li dijî şane û baregehên DAIŞê li Iraq û Sûriyê pêk anîne û zêdeyî 2 hezar û 250 armancên rêxistina terorê jinav birine.