Partiyên Kurdî dixwazin rêbazên nû di hilbijartinên heremî de bidin pêşiya xwe

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, xebatên ji bo rêvebiiriyên heremî zû destpêkirine û bi taybet partiyen ku gişt dengên xwe ji Kurdan distînin, dixwazin hilbijartinên heremî yên 2024’an ji bo xwe bikin destpêka mînaqên baş yên rêvebiriyên şeradariyan. Partî û rêxistinên Kurd, balê dikşînin ku kemasî û xeletiyên di raboriyê de hatine kirin, divê dubare nebin û ew jî li rêbazên nû û baştir digerin.

Partiyên siyasî yên li Bakûr û Tirkiyê, di kar û xebatên xwe yên siyasî de, amadekariyên hilbijartinên heremî yên ku tê pêşbînîkirin di  Adar a 2024’an de bê kirin jî dikin. Partiyên Kurd jî, li ser rêbazên nû digerin ku şaredariyan bidestve bÎnin û mînaqên baş yên rêvebiriyên heremî nişan bidin.

Rêvebirên Partiya Demokratîk a Gelan HDP ku bi navê Partiya Çepên Kesk YSPê beşdarî hilbijartinên giştî yên parlamenterî bûbû jî, ji bo hilbijartinên heremî; hem di nav xwe de, hem jî bi aliyên din yên civakî û siyasî re kar û xebatên xwe dimeşîne.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Diiyarbekirê Zeyad Ceylan ji K24ê re got: “Raboriya me ciyê nirxandinê ye, xala rexnekirin û xwerexnekirinê ye ku em aliyên xwe yên xurt bibinin û aliyên xwe yên qels û kêmasiyên xwe bibînin da ku xwe ji kêmasiyên xwe rizgar bikin û aliyên xwe yên xurt jî xurttir bikin û xizmeta gelê xwe bikin. Siyaseta demokratik ewê rêvebiriyên xwecîh yên demokratik esas bigire ku tekez xizmeta gel dike û ne tenê xizmeta dengdarên HDP û Yêşîl Sol Partiyê an jî DBPê nake, xizmeta gelê xwe bi giştî dike.”

Rêvebirên Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê jî, balê dikşîne ku bi dengên Kurdan partiyên ku li bakûrê Kurdistanê şaredariyan bidestve anîne, azmûnên baş nişan nedane û ew dixwazin di van hilbijartinan de, bi namzetan pispor û xwedî plansazî beşdarî bikin û modelên mînaqên baş peyda bikin.

Endamê Rêvebiriya Meclîsa Navendî yê Hak-Parê Hanîfî Eren dibêje: “Rêvebiriyên welatekî, ji rêvebiriyên heremî û şaredariyan destpê dike. Di hereman de mirov nikaribe biser bikeve, nikare di siyaseta giştîde jî biser bikeve. Ji ber vê yekê em dixwazin ku di vê hilbijartinê de kesên ku di warê rêvebiriyên heremî de pisporin û di wî warî de xebatên baş kirine wek namzet nişan bidin û em çend şaredariyan jî bidestve bînin. Û li wan şaredariyan jî modelên baş yên mînaq derbixin holê da ku bê zanîn Kurd dikarin bi çi awayî xwe baş îdare bikin û kar û xebatên çê bikin nişan bidin.”

Partiyên siyasî li ser sitratejiya xwe ya rêvebiriyên heremî digerin. Siyasetmedarên Kurd jî hilbijartinên heremî gelek girîng dinirxînin. Ji ber ku girîngî didin rêvebiriyên heremî û xwecîhî jî, dixwazîn îcar sitratejiyeke rast bidin ber xwe da ku modeleke nû rêvebiriyên heremî hem ji bo civaka xwe û hem jî ji bo hemû cîhanê nişan bidin.