Li daristanên Yûnanistanê 18 term hatin dîtin: Dibe ku termên koçberan bin

Li daristanên şewitî yên bakurê rojhilatê Yûnanistanê termên 18 kesan hatin dîtin, dibe ku koçberên neyasayî bin û bi rêya Tirkiyê ve gihiştibin navçeyê û di şewata daristanan de canê xwe ji dest dabin.

Hewlêr (K24) – Li daristanên şewitî yên bakurê rojhilatê Yûnanistanê termên 18 kesan hatin dîtin, dibe ku koçberên neyasayî bin û bi rêya Tirkiyê ve gihiştibin navçeyê û di şewata daristanan de canê xwe ji dest dabin.

Îro Sêşem 22ê Tebaxa 2023an, Berdevkê Rêveberiya Agirkujiya Yûnanistanê Yannis Artopios ji medyaya welatê xwe re ragihandiye, 18 term li daristana Dadia ya li bakurê rojhilatê Yûnanistanê û li nêzîkî sînorên Tirkiyê hatine dîtin.

Li gor gotina Yannis Artopios, ew cihê ku term lê hatine dîtin, xala derçûna piraniya koçberên neyasayî ye bo nav axa Tirkiyê.

Şewatên daristanên bakurê rojhilatê Yûnanistanê li herdu giravên Evia û Kythnos ên li bakurê Atînaya paytext berdewam in, bi awayekî ku bayekî bihêz û germahiya bi pileya 41 pile, şewata li daristanan zêde dikin.