Hakan Fîdan: Hefteya bê, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê dê serdana Iraqê bike

Serokomarê Iraqê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiyan, tê çaverêkirin ku hefteya bê, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê serdana Iraqê bike.

Hewlêr (K24) – Serokomarê Iraqê û Wezîrê Derve yê Tirkiyê civiyan, tê çaverêkirin ku hefteya bê, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê serdana Iraqê bike. Hakan Fîdan diyar kiriye, Recep Tayyip Erdogan rijd e li ser serdankirina Iraqê û Serokomarê Iraqê jî xweşhaliya xwe bi serdana wî nîşan daye.

Ofîsa Ragihandinê ya Serokomarê Iraqê diyar kir, îro çarşemê 23ê Tebaxa 2023an, Serkomarê Iraqê Letîf Reşîd li Koşka Selam pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û şanda pê re kir.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin, di civînê de herdu aliyan pêwendiyên dîrokî yên navbera herdu welatan gotûbêj kirine û tekezî li ser girîngiya karkirina ji bo bihêzkirin û pêşvebirin û berfirehkirina asoya hevkariyê di warên aborî, bazirganî, jîngehî û mijara av û enerjiyê de kirine, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş ên gelên Iraq û Tirkiyê bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji Serokomarê Iraqê re ragihandiye, tê çaverêkirin ku hefteya bê, Wezîrê Bazirganiyê yê Tirkiyê serdana Iraqê bike û Serokomar jî hêviya xwe aniye ziman ku serdana wî bibe sedema bilindkirina asta pêwendiyên dualî.

Li ser serdana Erdogan bo Iraqê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê ji Serokomarê Iraqê re gotiye, "Recep Tayyip Erdogan rijd e li ser serdankirina Iraqê, ji bo lipeyçûna kêşeyên niha ji bi wan dosyeyên ku di bernameya serdanê de heye" û Letîf Reşîd jî ji aliyê xwe ve, xweşhaliya xwe ji bo serdana Erdogan bo Bexdayê nîşan daye.

Şeva borî piştî civîna ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên; Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro bi Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya û tê çaverêkirin ku ligel Serokê Parlamentoyê Mihemed Helbûsî û nûnerên Tirkmenan bicive.

Piştî civînên wî yên li Bexdayê; Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan dê îro danê êvarê bigihe Hewlêrê û ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive. Li gorî agahiyan, Hakan Fîdan bi awayekî cuda ligel Serok Barzanî; Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bicive.

“Serdana Hakan Fîdan bo Herêma Kurdistanê girîng e”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramî şeva borî di dema beşdarbûna di bernameya “Basî Roj” a K24 de, behsa serdana Hakan Fîdan bo Herêma Kurdistanê kir û got: “Herêma Kurdistanê bi cidî dixwaze ku têkiliyên wê yên erênî bi welatên cîran re hebin û dixwaze van peywendiyan li ser astên cuda bipêş bixe. Tirkiye yek ji wan welatan e ku hevsînorê Herêma Kurdistanê û pêwendiyên me yên dîplomatîk û bazirganî bi wan re hene.”

Hewramî da zanîn, Herêma Kurdistanê beriya ku bibe beşek ji nexşeya enerjiyê ya cîhanî, Herêmek e di destûrê de hatiye naskirin û got, li ser vê bingehê, pêwendiyên Tirkiyê yên erênî ligel Herêma Kurdistanê hebûn. Ev peywendî piştî pêşketina enerjiyê li Herêma Kurdistanê jî, zêdetir bipêş ketin.