Trump di dîroka Amerîkayê de yekem serok e ku tê desteserkirin

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump êvara pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, bi tometa hewldana guhertina encamên hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020an ên Amerîkayê, xwe radestî berpirsên Girtîgeha Fulton kir.

Washington (K24) – Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump êvara pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, bi tometa hewldana guhertina encamên hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020an ên Amerîkayê, xwe radestî berpirsên Girtîgeha Fulton a li bajarê Atlanta yê li eyaleta Georgia kir.

Donald Trump vê carê ji sê carên din cuda, li şûna ku biçe dadgehê, xwe radestî berpirsên Girtîgeha Fultonê ya li eyaleta Atlantayê kir, piştî ku nêzîkî nîv saet li girtîgehê ma, wêne û pencemor jê hate wergirtin û bi kefaleta 200 hezar dolar hat berdan.

Di vê dozê de, parêzer, alîkar, karmendên ofîsa hilbijartinan, endamên Partiya Komarî tometa wê yekê li Trump kirine ku yasa binpê kirine û hewl daye encamên hilbijartinên serokatiyê yên sala 2020 ên Amerîkayê biguherîne.

Ev cara çarem e di nava çend mehên borî de Trump li Washingtona paytext, eyaletên New York, Florida û Georgia  rûbirûyî dadgehê dibe, bi vê yekê jî Trump di dîroka welatê xwe de yekem serok e ku piştî bidawîbûna dema serokatiya xwe, derbarê wî de doz tê vekirin.