Li Rojavayê Kurdistanê navendên ji bo zarokên astengdar kêm in

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rojavayê Kurdistanê navendên çavdêriya zarokên xwedî pêdiviyên taybet kêm in. Welatî daxwaz dikin ku navendên bi vî awayî bi xizmetguzeriyên berferehtir werin vekirin, ji ber ku hejmarek mezin a zarokên astengder bê çavdêrî diminin. Pisporek jî dibêje, nebûna hişyariyê di nav civakê de û veşartina nexweşiya zarokan, yek ji sedemên xerabûna rewşa zarokan e.

Baz yeke ji wan zarokên ku lawaziya bihîstinê bandoreke neyînî li pêşketina zimanê wî kiriye. Di temenê 3 sal û nîvan de malbata wî ev tişt lê derxistine. Dayika wî jî dibêje jibo axftina wî nojdaran daxwaz ji wan kiriye , baz biçe navendeke taybet ya çavdêriya van halatan.

Dayika Baz, Peyman Mele Ehmed ji K24ê re got: “Piştî sê sal û nîvan me zanî ku Baz pirsgirêka wî ya bihîstinê heye. Me ew ji bo çareseriyê bir cem diktoran û wan got divê ew amûrê bihîstinê bikar bîne. Got jî, divê Baz biçe navendeke taybet ji bo ku zimanê wî di nava zarokan de bipêş bikeve. Me ew li navendekê tomar kir û bi riya wê navendê jî axaftin û kesayetiya wî baş bû.”

Pisporeke ji Navenda Geşedan û Çavdêriya Zarokên xwedî pêdiviyên taybet dibêje, jîngeh û hevjîniya xizman du sedemên sereke yên belavbûna nexweşiyên bi vî awayî ne di navbera zarokan de. dibêje jî ya ku dihêle rewşa zarokan xirabtir bibe, veşartina nexweşiya zarokê ye ji ber civakê.

Sê navend ji bo zarokên xwedî pêdiviyên taybet li Qamişlo hene, lê amareke hûr derbarê zarokên xwedî pêdiviyên taybet li navçeyên di destê Rêveberiya Xweser de nîne. Welatî jî dibêjin, ji ber nebûne piştevaniyeke baş ji navendan re û nebûna û xizmetguzeriyên berfrieh ji zarokan re, gelek zarok bê çavdêrî mane.