HSD Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê digire

Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl
Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Hesekê Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê ya ser bi HSDê ve û hejmarek din endamên wê encûmenê girtin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva borî HSDê Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed El Xebîl ku bi navê “Ebû Xewla” tê naskirin li gel hejmarek ji endamên wê encûmenê li taxa Giwêran û derdora girtîgeha Sîna’a ya li Hesekê girtin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, Ebû Xewla bi avakirina hêzeke leşkerî li derveyî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tê tohmetbarkirin ku ji hezar şervanan pêk tê.

Hevdem ligel operasyona girtin û teqekirinê, girtiyên li zîndana Sîna’a ya Hesekê sûd ji aloziyê werdigirin û isyan kirin, ku hêzên ewlehiyê du demjimêran li derdora girtîgehê belav kirin, heta ku alozî bi dawî bû.

Lê hîn jî hêzên asayîşê komek ji fermandarên Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û kesên din li taxa Xişman dorpêç kirine.

Ji aliyê xwe ve, fermandarê di Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê de Celal El-Xebîl bang li Hevpeymaniya Navdewletî kir ku destêwerdanê bike, herwiha bang li eşîra xwe “El-Agîdat” kir ku demildest baregehên leşkerî yên HSDê li Dêrezorê dorpêç bikin û zextê li wê bikin da ku “Ebû Xewla” û girûpa dorpêçkirî li Hesekê azad bikin.

Di heman demê de, hêzên mezin ên leşkerî yên girêdayî HSDê ji Reqayê ber bi gundewarê Dêrazorê ve hatin şandin.

Ji aliyê xwe ve jî, hêzên ewlehiyê yên ser bi HSDê ve qedexeya derketina derve li gundewarên Dêrazorê ragihand, wek amadekariyekê ji bo dorpêçkirina gund û bajarokên ku li dijî desteserkirina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê derdikevin.

Navenda Ragihandinê ya Dêrazorê jî ragihand, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Hevpeymaniya Navdewletî, Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewle ji kar dûr xist û ew xistine bin çavdêriya bi zorê.

Da zanîn jî, hemû pêkhateyên ser bi Encûmenê ve dikarin kar û erkên xwe bi awayekî normal biqedînin û li gorî rênimayên serkirdayetiya nû, ti kes rastî destdirêjiyê nayê.

Diyar kir jî, di demeke nêzîk de Hevpeymana Navdewletî û HSD’ê dê bi şêxên eşîreyên Dêrezorê û rûspiyên wan re bicivin ji bo rêveberiya leşkerî ya nû destnîşan bikin.