Sefîn Dizeyî: Rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê zêdetirî pênc milyar dolar ziyan gihande Iraqê

Hewlêr (K24) – Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Tirkiye alîgirê hinardekirina petrola Kurdistanê ye û rawestandina hinardekirina petrolê jî "bi qasî pênc milyar dolar ziyan gihandiye hikûmeta Iraqê". Herwiha dibêje: “Sibe Encûmena Wezîran dicive û me ji konsul û nûnerên welatan daxwaz kiriye ku alîkarê Hewlêr û Bexdayê bin.”

Îro Sêşemê 29ê Tebaxa 2023an, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî li ser liv û tevgerên Amerîkayê yên li Iraq û Herêma Kurdistanê, li ser hinardekirina petrola Kurdistanê, pêwendiyên niha yên Hewlêr – Bexdayê, serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê û li ser mafên darayî yên Herêma Kurdistanê ji aliyê Hikûmeta Federalî ve, bersiva pirsên rojnamevanan da.

Êvara roja Sêşemê 22ê Tebaxa 2023an, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan gihişte Bexdayê û piştre ligel her sê serokatiyên Iraqê û hejmarek berpirsên hikûmetê civiya. Sibeha roja Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Wezîrê Derve yê Tirkiyê gihîşte Hewlêrê û ligel Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek berpirsên hikûmî û hizbî yên li Herêma Kurdistanê civiya.

Sefîn Dizeyî li ser hinardekirina petrola Kurdistanê dibêje: “Tirkiye alîgirê wê yekê ye ku dubare petrola Herêma Kurdistanê were hinardekirin, Herêma Kurdistanê jî bêguman pir dixwaze. Rayedarên Bexdayê bi fermî behs dikin ku amade ne (ji bo hinardekirina petrola Kurdistanê), lê belê di rastiyê de heta niha pêngaveke pratîkî neavêtine.”

Dizeyî diyar dike ku mebesta serdana Hakan Fîdan bo Iraq û Herêma Kurdistanê, nêzîkkirina hev a dîtyn û nêrînên Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê bûye li ser çawaniya hinardekirina petrola Kurdistanê û herwiha "nehiştina wan astengiyên (li ber hinardekirina petrolê) hene, çi astengiya hunerî, siyasî, darayî û îdarî bin, da ku bikarin li gor yasaya budceyê dubare dest bi hinardekirina petrola Kurdistanê bikin û hewldan berdewam in".

Li gor gotina Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve, ji 25ê Adarê heta niha û di encama rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê de, ji ber biryara dadgeha navdewletî ya li Parîsê, "nêzîkî 5 milyar û 500 milyon dolar ziyana darayî gihiştiye Iraqê. Loma ji aliyê matematîkê ve, mentiqî nîne ku ji bo wergirtina milyar û 500 milyon dolar ji Tirkiyê, pênc milyar dolar ziyan bigihînî xwe".