Dêrazor.. 25 kes di şerê Encûmena leşkerî û HSDê de hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çekdarên Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û eşîrên Ereban êrîşî çend xalên leşkerî yên HSD’ê li gundewarên Dêrazorê kirin û di encamê de 25 kes hatin kuştin.

Ji roja 27ê Tebaxa 2023an ve, ji encama girtina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewle ji aliyê HSDê ve, şer û alozî di navbera herdu aliyan de derketiye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan jî diyar kir, duhî çekdarên Encûmena Leşkerî ya Dêrezorê û eşîrên Ereban êrîşî çend xalên leşkerî yên HSD’ê li gundewarên Dêrazorê kirin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, di encama şer û alozan de jî 16 çekdarên eşîrên Erebî û 6 şervanên HSDê û hatine kuştin û hejmarek jî ji herdu aliyan birîndar bûne. Herwiha 3 sivîl jî bûne qurbanî.

Di vê derbarê de, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di daxuyaniyekê de, zimanê gefxwarin û tirsandinê ji aliyê her aliyekî ve red kir û bang li her kesî kir ku rê li ber hewildanên gurkirina nakokî û dijmantiya Kurdî-Erebî bigirin.

Herwiha got: “ji encama nakokiyên di navbera herdu aliyan de, aliyên şovenîst ên girêdayî rejîmê û eşîrên din hewl didin ku ji rewşa derketiye, derfet bibînin û fitneyê û dijminatiya Kurdan bi giştî gur bikin û kiryarên serkideyên HSDê bikin sedema gurkirina nakokiya Erebî-Kurdî.”

Hevdem jî bi şer û pevçûnan re jî, hin rûsipî û navdarên Dêrezorê daxwaza aramî û ragirtinê li her aliyekî kirin û bang li şêxên eşîran kirin ku ji bo rawestandina rijandina xwînê, destêwerdanê bikin.