Li Amerîkayê termên çar endamên malbateke Kurd di nav mala wan de hatin dîtin

Medyaya Amerîkayê bi giştî û eyaleta Dallasê bi taybetî ragihandine ku li bajarê Allenê yê li eyaleta Teksasê, termên çar endamên malbateke Kurd di nav malekê de hatin dîtin.

Washington (K24) - Medyaya Amerîkayê bi giştî û eyaleta Dallasê bi taybetî ragihandine ku li bajarê Allenê yê li eyaleta Teksasê, termên çar endamên malbateke Kurd di nav malekê de hatin dîtin.

Nişteciyê eyaleta Virginiayê Sertîp Şêrwanî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Di destpêka vê mehê de, birayê min Ferman Şêrwanî li mala xwe xizm û kesûkarên xwe mêvan kiribûn û zarok li qata jorê ya xanî dilîstin, piştre bala xwe didin ku keça wî ya 4 salî ya bi navê Leyla xuya nake, mixabin piştî 10 xulekan dibînin ku ketiye hewiza li hewşa malê û xeniqiye, hemû karesat li ser mirina Leyla serî hilda.”

Sertîp Şêrwanî û xizmên wî diyar dikin ku ev bûyer bandoreke mezin a derûnî li ser bavê keçikê Ferman Şêrwanî û xizmên wî bi awayî berdewam rewşa wî dipirsiyan.

Di encamê de sibeha roja duşemê, dayîka Ferman ku piştî nimêja sibê ji bo meşê derdikeve derveyî malê, di dema vegerê de dibîne ku derî girtî ne û nêzîk saetek li benda wan disekine, da ku kesek ji xew şiyar bibe û derî jê re veke, piştre kurên xwe agahdar dike ku kes bersiva wê nade û derî venakin, kesûkarên Ferman polîsan agahdar dikin û li gor zanyariyên polîsan, Ferman hevjîna xwe Leyla û du kurên xwe yên bi navên Metîn ê 2 salî û Şahîn ê 12 salî kuştine û piştre dawî li jiyana xwe jî aniye.