Fîdan û Lavrov îro li Moskoyê li ser gelek mijaran dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro li Rûsyayê digel hevpostê xwe yê Rûsî Sergey Lavrov dicive.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan îro serdana Rûsyayê dike û dê digel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov hevdîtin bike. Piştî hevdîtinê jî biryar e civîneka rojnamevanê saz bikin.

Pirsa sereke ya serdana Hakan Fîdan, pêwendiyên Tirkye û Rûsyayê ku ev du meh in sar bûne û Peymana Dexl û Danê ye.

Herwiha di serî de pirsa Sûriyê û bûyer û pêşhatên li navçeyê jî di rojeva civîna her du wezîran de ye.

 Serdana Hakan Fîdan bo Rûsyayê dê du rojan dewam bike û tê çaverêkirina ku piştî wî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan jî biçe Rûsyayê.

Ev serdan, şeş rojan piştî seredana Fîdan ya bo Kîevê tê, ku tê de bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky re hevdîtin pêk anî.