Pispor: Serdana Erdogan bo Rûsyayê dê encamên girîng bi xwe re bîne

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve Hakan Fîdan di navbera 31ê Tebax û 4ê Îlonê de diçin Rûsyayê. Pispor û şarezayên babetê van serdanan girîng dibînin û dibêjin di gelek mijaran de ev serdan dê bi xwe re encamên girîng bîne
kurdistan24.net

Enqere (K24) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan û Wezîrê Derve Hakan Fîdan di navbera 31ê Tebax û 4ê Îlonê de diçin Rûsyayê. Pispor û şarezayên babetê van serdanan girîng dibînin û dibêjin di gelek mijaran de ev serdan dê bi xwe re encamên girîng bîne. 

Di heyama ku di nava raya giştî ya Tirkiyê de her dihate gotin ku dê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin serdana Tirkiyê bike, du serdanên krîtîk ji aliyê Tirkiyê ve bo Rûsyayê pêk tên. Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan Piştî serdana xwe ya bo Ukraynayê ku 25ê Tebaxê de pêk hatibû îro berê xwe da Rûsyayê û bi hevpostê xwe Sergey Lavrov re civiya. Hakan Fîdan di 1ê Îlonê de jî bi rayedarên Rûsyayê re bicive. Piştî vê civînê li gorî ajansa Reutersê di 4ê Îlonê de jî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan serdana Rûsyayê dike û bi Serokê Rûsyayê Putîn re li Soçiyê li hev dicive.

Balyozê Tirkiyê yê heyama borî bo Rûsyayê Hûseyîn Dîrîoz diyar dike ku di serdanên Tirkiyê de gellek mijar hene ku encamek jê bê vergirtin.

Hûseyîn Dîrîoz ji K24ê re diyar kir: “Pêwendiyên Tirkiye û Rûsyayê gellek berfireh in. Ji ber vê çendê di serdanên Tirkiyê yên bo Rûsyayê de di serî de çalakkirina koridora dexlûdan, xurtkirina hevkariya bazirganî dê bê nirxandin. Li gel vê yekê Tirkiye bi Rûsyayê re dê hevkariya xwe ya aborî û enerjiyê çawa berdewam bike ev mijar jî dê bê rojevê. Helbet li tevahiya cîhanê hevsengiyên stratejik diguherin, Tirkiye jî dixwaze di heman demê de bi ewropa û Rûsyayê re pêwendiyên xwe xurt bike.”

Herwiha şarezayên babetê jî dibêjin ji ber rewşa aboriya Tirkiyê tevî nerazîbûnên navdewletî Tirkiye dixwaze bi Rûsyayê re rêkeftinên nû îmze bike û çend armancên din yên sereke ya van serdanan jî heye.

Serokê Enstîtûya Lêkolînên Stratejîk SDEyê Dr. Gûray Alpar ji K24ê re ragihand: “Ev erdnigariya ku em lê dijîn kêşeyên mezin hene. Taybetî jî di warê aborî de rewşa Tirkiyê nebaş e. Ji ber vê çendê ji bo ku kêşeyên li qadê bên çareserkirin û tevî gemaroyên ewropa û Amerîka Tirkiye dixwaze bi Rûsyayê re di warê enerjî, aborî, bazirganî û geştûguzariyê de rêkeftinên nû îmze bike. Gemaroyên li ser Rûsyayê zirareke mezin dide Tirkiyê. Ji ber vê çendê bi van serdanan rêyeke altertatîf bo hevkariyê tê nirxandin.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan herî dawî di destpêka meha Tebaxê de bi Serokê Rûsyayê Putîn re bi telefonê pêwendiyek pêk anîbû û bi serdana 4ê Îlonê jî di nava 3 salan de bo cara 4emîne ku Erdogan diçe Rûsyayê. Şerê Ukrayna û Rûsyayê û xurtkirina pêwendiyên Enqere û Moskovê mijarên sereke yên vê serdanê ne.