Baroya Diyarbekirê banga jinûve destpêkirina proseya aştiyê dike

Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî Baroya Diyarbekirê ligel hejmareke rêveber û endamên xwe li ber Dadgeha Diyarbekirê bi daxuyaniyekê gilî û gazindên xwe ji pergala dadweriyê anîn zimên û banga ji nû ve destpêkirina proseya aşitiyê kir.

Diyarbekir (K24) - Baroya Diyarbekirê banga jinûve destpêkirina proseya aşitiyê dike. Bi boneya 1ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanî Baroya Diyarbekirê ligel hejmareke rêveber û endamên xwe li ber Dadgeha Diyarbekirê bi daxuyaniyekê gilî û gazindên xwe ji pergala dadweriyê anîn zimên û banga ji nû ve destpêkirina proseya aşitiyê kir.

Daxuyanî ji aliyê Serokê Baroyê Nahît Eren ve hat xwendin. Nahît Eren da zanîn; ew li dijî şer û tûndiyê ne alîgirên aşitiyê ne. Eren anî zimên ku; Kurd gelek girîngiyê bi proseya aşitiyê didin û dixwazin aşitiyeke bi rûmet û dadwerî pêk were. Nahît Eren got; “tekane rêya çareserkirina pirsgirêkan diyalog û aşitî ye, divê Pirsa Kurd di çarçoveya heq û edaletê de were çareserkirin.”

Serokê Baroyê Nahît Eren dibêje; gelek pirsgirêkên pîşeyî yên mafparêzan çêdibin û nayên çareserkirin û wiha aivî: “ Li Tirkiyeyê pirsgirêkên heq û edaletê yên civakê hene. Daraz ne serbixwe û bêalî ye. Biryarên Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrûpayê (DMME) yên derbarê Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala de nayên cîbicîkirin.  Azadiya derbirîn û çapemeniyê di bin gefên darazê de ne. Mafên hilbijêran bi pergala tayînkirina qeyûman tê binpêkirin.”

Di daxuyaniyê de behsa doza kuştina serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî jî hat kirin û hat gotin ku ew hêvî dikin ev doz jî were ronîkirin.