TDK-TEVGER û PAK: Kerkûk Kurdistan e, em êrîşên li ser Kurdan şermezar dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Demokratîk a Kurdistanê (TDK-TEVGER) û Partîya Azadîya Kurdistanê (PAK) derbarê rewşa li Kerkûkê de di peyameke hevbeş de ragihandin, “Van êrîşan jî careke din îspat kirîye heta ku hêzên Pêşmerge li Kerkûkê bicîh nebin û asayişa Kerkûkê nekeve bin desthilatdarîya Rêvebirîya Herêma Kurdistanê, jîyana kurdên Kerkûkê û ewlehîya mal û milkên wan mîsoger nabin.”

Piştî ku alîgirên Heşdî Şeibî li dijî radestkirina baregehên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji roja 28.08.2023an ve rêya Kerkûk-Hewlêrê girtine, welatiyên Kurd ên Kerkûkê duhî Şemiyê 2ê Îlonê nerazîbûna xwe di xwepêşandanekê de nîşan didin û daxwaza vekirina rê kirin.

Di bin fişara xwepêşanderên Kurd de, şeva borî di xwepêşandanan de jî kesên ku rêya Kerkûk - Hewlêrê girtine, çadirên xwe rakirin û cihên xwe vala kirin û bi vî awayî jî rêya Kerkûk – Hewlêrê hat vekirin. Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê di encama xwepêşandanan de, 4 kes şehîd bûne û 12 kes birîndar bûne û rewşa hejmarek birîndaran giran e.

Peyama TDK-TEVGER û PAK:

Li parêzgeha Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê bi awayekî plankirî ji alîyê hinek alîyên Ereb û Tirkmenên kirêgirtî, vekirina baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Kerkûkê tê astengkirin û rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê girtine û nahêlin xelk jîyana xwe ya asayî û çûnûhatinê bidomînin.

Kurdên Kerkûkê li dijî girtina rêyên bajêr xwepêşandanek li dar xistine.

Di xwepêşandanên Kurdan de, bi êrîşa çekdarên bi ser Bexdayê ve, 4 xortên Kurd hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûn.

Ew alîyên dijminên miletê Kurd, bi dagirkirina Kerkûkê tenê qayil nabin, dixwazin Kurdan ji Kerkûkê derxînin, rê li ber xebatên wan yên sîyasî bigrin.

Cîhê balê ye ku, piştî seredana Bexdayê yê Wezîrê Derve yê Tirkîyeyê ev provokasyon û êrîşên kirêgirtîyên Tirkmen û Ereban destpê kirîye.

Lê, di referandûma serxwebûnê ya 25ê îlona 2017ê da jî careke din tesdîq bû ku, Kerkûk Kurdistan e û tu hêzên dagirker û kirêgirtîyên wan dê nikaribin vê nasnameya Kerkûkê ji holê rakin.

Van êrîşan jî careke din îspat kirîye heta ku hêzên pêşmerge li Kerkûkê bicîh nebin û asayişa Kerkûkê nekeve bin desthilatdarîya Rêvebirîya Herêma Kurdistane, jîyana kurdên Kerkûkê û ewlehîya mal û milkên wan mîsoger nabin.

Divê demildest madeya 140î ya Qanûna Bingehîn a Iraq a Federal bêbicîh anîn. Em bawer dikin ku Kerkûk bi îradeya hemû gelê Kerkûkê dê miheqeq vegere ser Herêma Kurdistanê.

Divê hemû gelê me yê Başûrê Kurdistanê û partîyên sîyasî, dezgehên sivîl, Parlamento, Hikûmet, Serokatî û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestî li dijî van êrîş û provokasyonên qirêj derkevin.Divê li himberî Hikûmeta Bexfayê helwst û sekneke cidî û yekgirtî nîşan bidin.

Ji bo rê li ber girtina êrîşên bi rengî divê Hikûmeta Bexdayê berpirsyarîyên xwe bicîh bîne. Herweha divê Netewên Yekbûyî(NY) bi awayekî encamgir li dijî Hikûmeta Bexdayê helwesteke cidî bigire.

Em li gel xuşk û birayên xwe yên Kurdên Kerkûkê ne.

Em dagirkerên Kerkûkê û hemû hevalbend û pêgirtî û kirêgirtîyên wan şermezar dikin.

Em sersaxîyê ji malbatên şehîdan û ji gelê me ra, şîfaya xêrê ji birîndaran ra dixwazin.

TDK-TEVGER (Tevgera Demokratîk a Kurdistanê)

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê)