Li Kerkûkê qedexeya çûnûhatinê hate rakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê da zanîn, îro danê sibê qedexeya çûnûhatinê li Kerkûkê hat rakirin, rêyên sereke hatin vekirin û çadir jî hatin rakirin.

Peyamnêrê me got jî: Tevî rakirina qedexeya çûnûhatiê, hejmareke mezin ya hêzên ewlekariyê li taxên Kurdan bi taybet li taxa Rehîm Awa bicîh bûne û nahêlin welatî derbasî taxê bibin.

Piştî xwepêşandana welatiyên Kurd ên li Kerkûkê ji bo vekirina rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Hewlêrê de, kesên ku ji bo girtina rê kon vedabûn, cihê xwe vala kirin û rê di bin zextên xwepêşanderên Kurd ên li Kerkûkê de hate vekirin.

Di xwepêşandana Kerkûkê de jî, di encama gulebarana hêzên ewlehiyê de, duhî 4 kes şehîd bûn û 14 kes jî birîndar bûn. Herwiha bi dehan genc hatin binçavkirin.

Piştî peyamên Serok Barzanî, Serokê Herêmê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Serokwezîrê Iraqê û Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî şeva borî biryar da ku komîteyek ji bo lêkolînkirina sedemên şehîdbûn û birîndarbûna welatiyên Kerkûkê bê avakirin.