Berpirsên Amerîkî li ser aloziyên li Dêrazorê bi HSD û eşîrên Ereban re civiyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Derbarê rewş û aloziyên li Dêrazorê de, Berpirsên Amerîkî bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Encûmena Sûriyeya Demokratîk (MSD) û serokên eşîrên Dêrazorê re kom bûn.

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê îro 3ê Îlonê li ser rûpela xwe ya “Facebook” ragihand, Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka Ethan A. Goldrich û Fermandarê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê General Joel B. Vowell bi HSD, MSD) û serokên eşîrên Dêrazorê civiyan.

Da zanîn jî, di civînê de aliyan li ser çend mijaran lihev kirin, ji wan jî giringiya çareserkirina giliyên xelkê Dêrezorê, metirsiyên destêwerdana derve di rewşa Dêrezorê de, giringiya rawestandina şer di zûtirîn dem de û parastina sivîlan.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Goldrich û General Vowell tekezî li ser hevkariya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re di şerê li dijî DAIŞê de kirine.

Ji roja 27ê Tebaxa 2023an ve, ji encama girtina Fermandarê Encûmena Leşkerî ya Dêrazorê Ebû Xewle ji aliyê HSDê ve, şer û alozî di navbera herdu aliyan de derketiye.

Hevpeymaniya Navdewletî duhî 2ê Îlonê jî di daxuyaniyekê de got ku Hêza Karên Hevbeş daxwaza rawestandina bilez a şer û pevçûnên li Dêrezorê dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku bêaramiya herêmê ji ber tundûtûjiya vê dawiyê, bûye sedema "ziyanên canî yên trajîk û nepêwîst”.

Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî bang li hemû hêzan kir ku demildest şer rawestînin û bigihin çareseriyeke aştiyane, ji bo ku giringiyê bixin ser “armanca hevbeş” ku şerê DAIŞê ye.